Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin

  • ciwan
  • 22:28 11 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kantona Minbicê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Kantona Minbicê meşeke meşaleyî li dar xist. Ciwanan di meşê de komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pêkanîn şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fizîkî kirin.
 
Di meşê de endamên tevgera ciwanan, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn. Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi navenda tevgera ciwanan ve bi rê ket.
 
Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Behcet axivî û wiha got: “Hemû dewletên kapîtalîst û zordest ji bo têkbirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Ji ber ku fikrên wî di rizgarkirina jinan ji bindestiyê de bi ser ket û hêvî da gelên azadîxwaz.”
 
Cîhan Behcet wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker û pergalên zordest ên girêdayî wê bawer kirin ku bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re ew ê têkoşîna me rawestînin, lê ew bi bin ketin. Berovajî wê hêza me bi fikrên Rêbertî zêdetir bû û ew êdî nikarin roja me tarî bikin.”
 
Cîhan Behcet soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan û pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dubare kir.
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.