Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin

  • ciwan
  • 11:26 3 Sibat 2024
  • |
img
MÛŞ - Ciwanan di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 name” ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de ji Mûşê 50 name ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şandin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), duh kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 name” da destpêkirin. Endamên Meclisa Ciwanan ên di çarçoveya kampanyayê de li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê hatin bahev, 50 name ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şandin. 
 
‘OCALAN JI BO GELAN BÊHNEKE’ 
 
Ciwanan di nameyan de têkoşîna li dijî rakirina tecrîdê û aştî û çareseriyeke bêyî Ocalan ne pêkane destnîşan kirin û wiha gotin: “Rêber Ocalan ji bo gelan bêhneke, her deqîqeya ku em ji Îmraliyê agahiyekê negirin, kêliya ku em bêhnê negirin e.”
 
Hate diyarkirin ku dê kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 name” ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê daye destpêkirin dê heta 16’ê sibatê berdewam bike.