Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin

  • ciwan
  • 09:02 3 Sibat 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê ciwanên DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet nobedê digirin. Ji Meclisa Ciwanan Abdullah Gurkan bal kişand ser têkoşîna li dijî tiryak û fihûşê.
 
Kampanyaya "Li dijî şerê taybet tekoşîneke biheybet" ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve di 5'ê Tebaxa 2023'yan de hatibû destpêkirin, dewam dike. Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê jî di çarçoveya kampanyayê de di 24'ê Cotmehê de li hin taxan li dijî tiryakê û şerê taybet hin çalakî li dar xistin. Ciwan mal bi mal digerin, der barê tiryak û polîtîkayên şerê taybet de gel serwext dikin û her wiha têkildarî mijarê danezanan belav dikin. Hat hînkirin ku dê ciwan di rojên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar bixin. 
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ CIWANAN
 
Endamê Meclisa Ciwanan Abdullah Gurkan diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sîrayetî hemû dînamîkên civakê kiriye û got: "Dixwazin polîtîkaya tecrîda mutleq a li Îmraliyê hatiye destpêkirin, li nav gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî belav bikin. Îro em bandorên tecrîdê li hemû qadên jiyanê dibînin."
 
Gurkan anî ziman ku têkiliya polîtîkaya tecrîdê bi polîtîkayên şerê taybet ên wekî fuhûş, tiryak û sîxuriyê re heye û got ku bi van polîtîkayan re tê armanckirin ku hemû qadên jiyanê ji holê bên rakirin. Gurkan got: "Li Wan û bajarên din ên Kurdistanê tiryak û fihûş gelekî belav bûye. Ev jî parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e."
 
Gurkan bilêv kir ku bi kampanyaya ku dane destpêkirin dixwazin li dijî polîtîkayên şerê taybet rabin û got: "Dixwazin civakeke ku teslîmî polîtîkayên şerê taybet, jiyaneke dejenere û polpulîst bûye û civakeke ji welatparêziyê dûr biafirînin." Gurkan da zanîn ku li hemberî vê rewşê nerazîbûnên wan hene û got: "Îro em li her derê xebatê dimeşînin. Li taxan nobedê digirin. Bi vê yekê em destûrê nadin fuhûş û tiryakê. Ev polîtîka lîstika pergalê ye. Pergal dixwaze 'ciwanên kurd hay ji nasnameya xwe nebin, hişmendî û rêxistinî nebin.' Em jî li dijî vê têdikoşin."
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Gurkan da zanîn ku ruhê têkoşînê yê ciwanan hedef tê girtin û got: "Ciwan îro di bin banê DEM Partiyê de xwe bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê êrişî ciwanan dike. Ji ber vê yekê gava binçav dikin serî li îşkenceya fizîkî û derûnî didin. Dixwazin ciwanan çavtirsandî bikin. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan ji nasnameya wan dûr bixin. Van êrişan li hemberî malbatan jî pêk tînin."
 
Gurkan da zanîn ku ew dixwazin bi kampanyayê tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya welêt belav bûye bi dawî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû çalakî û çalakiyên me ji bo şikandina tecrîdê ne. Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin û piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin. Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet rabin û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civakeke rêxistinkirî bidomînin."