Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'

  • ciwan
  • 19:56 2 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku ji bo ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bên şandin kampanyaya "1000 Name Ji Îmraliyê Re" da detspêkirin, ji bo xurtkirina kampanyayê bang kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bên şandin, kampanyaya "1000 Name Ji Îmraliyê Re" da detspêkirin, ji bo xurtkirina kampanyayê bang kir. 
 
Meclisa Ciwanan kampanyayê li ser medyaya sanal ragihand û ji bo kesên bixwazin nameyan bişînin formek belav kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesên bixwazin nameyan binivîsin divê heya 16'ê Sibatê formê dagirin û xwe bigihînin Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê.