Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir

  • ciwan
  • 18:57 21 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li navçeya Bagcilarê Serê Salê pîroz kir. Di aktîvîteyê de çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike hate silavkirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serê salê ku gelê kurd li gorî Salnameya Rûmî her sal di 13’ê Çileyê de pîroz dikin, li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê pîroz kir. Ciwan, jin û zarokan eleqeyeke zêde nîşanî aktîvîteyê dan. Di aktîvîteya ku çepik û tilîlî jê kêm nebûn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Aktîvîte bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 
 
Pişt re Koma Hevra derket ser dikê û stranên xwe gotin. Ciwanan jî li ber stranan goveng gerandin. 
 
‘DIVÊ ABDÛLLAH OCALAN BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZAD BIBE’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz ê di aktîvîteyê de mafê axaftinê wergirt, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin kir û banga xwedî derketina çalakiyê kir. Kalmaz, axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, daxwaza me ya bingehîn hemûyan e. Ji bo ku ev çalakî serbikeve, em ê xwedî li greva birçîbûnê ya bi têkoşîneke mezin hatiye destpêkirin derkevin û vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêka bingehîn a girtîgehan e, pirsgirêka bingehîn a qada me ya siyasetê jî ye. Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, herkes baş dizane ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê çareser nabe. Ji ber vê yekê ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk were û ji bo birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bikare pêk bîne divê demildest azad bibe.”