Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin

  • ciwan
  • 16:50 11 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Li Zanîngeha Enqereyê komeke nijadperest cara duyemîn êrişî xwendekaran kir. 
 
Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê komeke nijadperest careke din êrişî xwendekaran kir. Xwendekarên ku ji bo bikevin ezmûnan li ber Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê disekinin di saetên serê sibê de rastî êrişa komeke nijadperest hatin. Piştî êrişa ewil nêzî sê saetan koma nijadperest careke din kom bû û hate kampusê û vê carê jî êrişî xwendekarên li kafeya li ber Fakulteya Ragihandinê rûdiniştin kirin. 
 
Xwendekaran li dijî êrişa nijadperest xwe parastin û barîkat ava kirin. 
 
Xwendekarên êrişî wan hate kirin, diyar kirin ku kesên ji koma nijadperest nehatine binçavkirin jî û di derketina kampusê di nava amadekariyên êrişê de ne.