Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin

  • ciwan
  • 16:00 10 Çile 2024
  • |
img

ENQERE - Komeke ulkucuyan li Kampûsa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekarên muxalîf ên ji bo ezmûnan hatibûn zanîngehê kirin. 

Komeke ulkucuyan ku li kampûsa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê hatin gel hev, êrişî xwendekarên muxalîf ên ji bo ezmûnê hatibûn zanîngehê kirin. Xwendekarên ku serê sibehê saet di 10.30’ê de li dora kampûsê û derdora saet 12.00’an di ketina zanîngehê de rastî êrişê hatin. Gef li xwendekaran hat xwarin ku dê nehêlin bikevin ezmûnan. 
 
‘EWLEKARIYÊ HEDEF NÎŞAN DAN’
 
Xwendekarên rastî êrişê hatin diyar kirin ku koma ulkucuyan beriya êrişê gefên weke “em ê nehêlin hûn bikevin dibistanê” û “Em ê nehêlin hûn bikevin ezmûnan” li wan xwarine û piştre jî li dijî wan êriş hatiye kirin. Xwendekaran got ku kesên di ewlehiya zanîngehê de cih digirin jî ew hedef nîşan dane.