Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin

  • ciwan
  • 19:09 24 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN- Endamên Meclisa Ciwan a HEDEP'ê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet kampanyayekê bi rê ve dibin, li Taxa Xaçortê bi gel re civiyan û gotin ku dê li taxan nobedê bigirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokratîk (HEDEP), bi dirûşmeya “Li dijî şerê taybet tekoşînek bi heybet" di 5'ê Tebaxê de kampanyayek dabû destpêkirin. Xebatên kampanyayê didomin. Meclisa Ciwanan a HEDEP a Wanê li Taxa Xaçortê pankarta “Em ê li taxên xwe  rê nedin tîryakê” vekir û daxuyaniyek belav kir. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê Batûhan Barût metna daxuyaniyê xwend. 
 
Barût anî ziman ku ji bajarên ku şerê taybet lê çalak e yek jê jî Wan e û got: "Ciwanên bajêr bi xizanî, betalî û tiryakê tên ceribandin. Desthilat û hevkarên wan dixwazin li taxên me tiryakê berbelav bikin. Li tecahiya navçeyên Wanê ciwan bi rihetî tiryakê peyde dikin. Berê kesî nikaribû li taxên me behsa tiryakê bikira, lê niha zarokên 10 salî jî tiryakê bi kar tînin. Ev jî nîşan dide ku bê pergal çi qasî tiryakê û şerê taybet bi awayekî kûr bir ê ve dibe." 
 
Barût destnîşan kir ku li taxên welatparêz tiryak bi destê polîsan tê firotin û got ku armanca desthilatê ew e ku ciwanan ji partiyê û derdora rêxistinkirî dûr bixe. 
 
'EM Ê RÊ NEDIN TIRYAKÊ'
 
Barût diyar kir ku dê li Kurdistanê rê nedin polîtîkayên şerê taybet û got: "Em radigihînin ku em ê rê nedin tiryakê û nehêlin çeteyên tiryakê têkevin taxên me. Em Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê, em li Taxa Xaçortê tevî gel çalakiya nobedê didin destpêkirin. Em bang li gelê xwe dikin. Em bi hev re li dijî tiryakê bitêkoşin."