Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in

  • ciwan
  • 09:07 21 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên ciwanan ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kir ku êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê dişibin hev du û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin. 
 
Rêxistinên Ciwanan ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, li dijî êrişên ku wan wekî "li dijî mirovahiyê" pênase kirin, banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
‘ÊRIŞÊN ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ HEMAN ÊRIŞ IN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Dogûkan Yenî, destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê û Îsraîlê dişibin hev du. Yenî got: "Îsraîl jî qadên jiyanê yên sivîl bombe dike û Tirkiye jî nexweşxaneyan, santralên ceryanê û qadên jiyanê yên mirovan bombe dike. Tirkiye li qadên şer, şer nake berevajî vê qadên jiyanê yên mirovan bombe dike. Kesên ku ji ber êrişên li ser Filistînê nerihet dibin, Rojavayê ji nedîtinê ve tên. Ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye." 
 
Yenî destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê hêzên serdest nerihet dike û got: "Ev, şoreş bi pêşengiya jinê pêk hat. Rojava, ji bo hemû cîhanê îlham e. Çavkaniya hêviyê ya van gelan e. Afirînerê vê jî birêz Abdullah Ocalan e." 
 
‘DIVÊ CIWAN LI DIJÎ ŞER TEVBIGERIN'
 
Yenî diyar kir ku di encama siyaseta şer de Tirkiye ketiye nava krîzeke aborî û got: "Tirkiye behsa aramiyeke aborî dike. Ev xwexapandin e. Em ciwan divê li dijî vê siyaseta şer tevbigerin. Gel divê li dijî vê siyaseta şer dakeve kuçeyan û mafên xwe yên herî demokratîk bi kar bîne. Ev dairî bes bi ruhê ciwantiyê dikare bê sekinandin." 
 
Endamê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Volkan Atmaca jî anî ziman ku li gelek deverên cîhanê şer heye û got ku Rûsya Ûkraynayê, Îsraîl Filistînê û Tirkiye jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike. Atmaca diyar kir ku hêzên emperyalîst polîtîkayeke şer esas digirin û wiha got: "Îro li dijî destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd êrişên dijmirovahî tên kirin. Mixabin çawa hêzên serdest li Xezeyê li nexweşxaneyê komkujiyê pêk tînin, Tirkiye jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexweşxaneyan bombe dike. A rast ev şer tu tiştî nade gelan û bindestan. Berevajî vê rêyên nû li ber serdestan vedike." 
 
Atmaca bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê jî da û got: "Ez kesên tenê li hember êrişên li ser fIlistînê deng derdixin durist nabînim."
 
ŞOREŞA ROJAVA
 
Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Gamze Toprak anî ziman ku AKP-MHP ji bo parastina desthilata xwe êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Toprak anî ziman ku di van êrişan de sivîl hedef tên girtin û wiha domand: "A rast divê mirov êrişa rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wekî pêngaveke tolhilanînê bibîne. Êrişên li ser Rojavayê tim hebûn. Ev her diçe zêdetir dibe. Îro hêleke vê operasyonê jî li hemberî HEDEP'ê tê kirin. Ji wan tirê dê bi kêmkirina mirovan wê teslîm bigirin. LÊ belê HEDEP'ê bi kongreya xwe li hemberî van zextan bersivek da. Rojava ji bo me mewziyeke berxwedanê ye. Rojava, keleha şoreşê ye." 
 
‘DIVÊ ROJAVA Û FILISTÎN WEKÎ HEV BÊ DÎTIN'
 
Toprak bal kişand ser şerê Îsraîl-Filistînê jî û got ku Îsraîl li Xezeyê çavkaniyên enerjiyê hedef digire û Tirkiye jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman êrişan dike. Toprak got: "Tirkiye li Rojavayê sivîlan qetil dike. Divê mirov êrişên Tirkiyeyê yên qadên jiyanê yên neteweya kurd înkar dike û komkujiyan dike û êrişên dewleta Îsraîlê yên li ser xezeyê wekî hev bibîne. Em van her du şeran wekî hev dinirxînin." 
 
BERPIRSIYARIYA CIWANAN
 
Toprak destnîşan kir ku li dijî êrişan berprisiyariya ciwanan heye û got: "Ji bo bilindkirina alaya Demhat, Zîlan û Arînan ku nehiştin Kobanê bike, eniyeke hevpar divê. Ciwan çawa Şoreşa Rojavayê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin, divê hêza ji bo parastina wir jî di xwe de bibîne. Rojava, şoreşa ciwanan û jinan e. Bi berxwedaneke canfeda parastina vê şoreşê deynê stuyê me ye." 
 
MA / Ferdî Bayram