Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne

  • ciwan
  • 14:25 19 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Endamê Piştevaniya Şagirtên Azad ên Dîcleyê Berdan Gunduz di daxuyaniya ji bo xwendekarê Zanîngeha Anadolûyê Resûl Alan ê di xwaringeha zanîngehê de xwe kuştibû hate dayîn de axivî û wiha got: “Berpirsiyarê sereke yê van mirinan hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye.”

 
Piştevaniya Şagirtên Azad ên Dîcleyê têkildarî întîhara şagirtê bi navê Resûl Alan ê di Zanîngeha Anadolûyê de dixwend, li ber Xwaringeha Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ciwan dê li dijî pergala ku mirinê ferz dike, jiyana azad biparêz in” hat vekirin û dowîzên “Ji Anadolûyê heta Dîcleyê tekoşîn didome”, “Me tovên xwe li zanîngehan reşand” hatin hilgirtin. Gelek ciwanên zanîngehê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘PERGALA HEYÎ SOZA JIYANÊ NADE CIWANAN’
 
Daxuyanî ji hêla endamê Piştevaniya Şagirtên Azad ên Dîcleyê Berdan Gunduz ve hat xwendin. Gunduz, bi bîr xist ku xwendekarê Beşa Matematîkê yê Zanîngeha Anadoluyê ya Eskîşehîrê Resûl Alan di 15’ê cotmeha 2023’yan de li kafeteryaya zanîngehê xwe bi dar ve kir. Gunduz, diyar kir ku di serî de em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku di nameya xwe de diyar kiriye, em baş dizanin ku pergala heyî soza jiyanê nade ciwanan û zêdebûna bûyerên xwekuştinê yên vê dawiyê rastî  ne xwekuştin in, cinayetên ji aliyê pergalê ve hatiye kirinin. Ev pergala ku ciwanan ji nasnameya wan distîne, wan dişewitîne, wan feqîr dike û wan girê dide, ji mirinê pê ve tiştekî din nade wan.”
 
‘ZANÎNGEH BÛNE QADÊN SERDESTIYA HIKÛMETÊ’
 
Gunduz, da zanîn ku weke ku Resûl di nameya xwe de diyar kiriye, di van cînayetên giran de ku weke xwekuştinê xuya dikin, nehiştina pergalê ya mafê jiyana azad û wekhev a bi nasnameya xwe ya ciwanan, bûye sedema xwekuştinê. Gunduz, anî ziman ku ev polîtîkayên çewisandin û înkarê di van salên dawî de her ku diçe zêde bûne û herî zêde li zanîngehan diyar dibin. Gunduz, bi domdarî wiha got: “YOK’ê ku piştî derbeya sala 1980 hat damezrandin, destnîşan kir ku sazûmana azad û xweser a zanîngehan ku beriya niha bi temamî nehatibû meşandin, bi tevahî ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin. Bi vî awayî zanîngeh ji navendên demokratîk ên ku zanistê hildiberînin dûr ketine û bûne qadên serdestiya hikûmetên li ser ciwanan. Di encama van zextan de îro ciwanên zanîngehê bi taybetî xwendekarên kurd hêza xwe ya li ser jiyan û têkoşîna li van qadan ji dest didin, ji ber ku nikarin di zanîngehan de tiştekî ji nasnameya xwe bibînin û soza paşeroja ku dixwazin nadin. Bi gotineke din, zanîngehên ku divê bibin navendên zanist û demokrasiyê û hêviya ciwanan, îro bûne qada ku desthilatdarî bi awayekî eşkere serweriya xwe lê dike, polîtîkayên çewisandinê ferz dike û ciwanan ji jiyanê dûr dixe.”
 
‘EM Ê HESAP BIPIRSIN’
 
Gunduz, destnîşan kir ku berpirsiyarê sereke yê van mirinan hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye. Gunduz, got ku desthilata ku bi polîtîkayên xwe yên faşîst zanîngeh kirine qereqol û navendên fesadiyê, mirinê li ser ciwanan ferz dike. Gunduz, bi lêv kir ku divê zanîngeh bi zimanê zikmakî perwerdehiya zanistî û belaş bidin, lê zanîngeh bûne navendên asîmîlasyon û standardkirinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Resûl di nameya xwe de du hevokên dawî ji gotinên xwe, ji zimanê xwe, bi kurdî nivîsiye û dibêje ku ‘Li xwe baş binêrin. Bi xatirê we.’ Di dawiya jiyana xwe de jî tevî her tiştî dilsoziya ciwanên kurd ji cewherê xwe re nîşan da, em jî bi zimanê xwe ji Resûl re dibêjin ‘Em te ji bîr nakin.’ Û em dibêjin û soz didin ku em ê hesab ji kujeran bipirsin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya  “Bêdeng nebe, heke bêdeng bibî dê dor were te jî” bi dawî bû.