Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin

  • ciwan
  • 15:21 16 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê di daxuyaniya li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê de hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin. 
 
Li Rihayê di 12’ê cotmehê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê hatibûn şermezarkirin. Ciwanên enternasyonalîst ên beşdarî daxuyaniyê bûbûn, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku ev ciwanên enternasyonalîst di 14’ê cotmehê de bi awayê du koman hatine dersînorkirin. Hat diyarkirin ku polîsan kamera û telefonên li ser ciwanan desteser kirin e û paşê dê ev alavên ciwanan bi rêya kargoyê bişînin navnîşanên wan.