Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû

  • ciwan
  • 23:32 12 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Fînala tûrnûvaya Fûtbolê ya ciwanan hat lidarxistin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ku di fînala tûrnûvayê de axivî, got: "Bi şerê taybet dixwazin civakekê bêhiş ava bikin, divê ciwan li dijî vê têbikoşin.” 
 
Tûrnûvaya Fûtbolê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşmeya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi piştgiriya Şaredariya Sîlopiyayê dabû destpêkirin bi dawî bû. Di fînalê de ku li tesîsa werzîşê ya şaredariyê hat lidarxistin, pankartên “Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwantî serbikevin”, “ Ji Cûdî heta Akbelenê ji qirkirina daran re na” hatin daliqandin. 
 
Hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, Parlementerên bajêr Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, rêxistinên Partiya Çepên Kesk ê navend û navçeyan, TJA, Meclisa Dayikên Aşitiyê û bi sedan ciwan tevlî fînala tûrnûvayê bûn. Ji ber êrişên li ser Rojava şahî nehat lidarxistin. 
 
Di fînala tûrnûvayê de du tîmen fûtbolê daketin qadê û lîstin. Tîma Fûtbolê ya şaredariya Silopiya ya jinan bi pankarta, "Qirkirina xwezaya Cûdî û Akbelenê sûcê li dijî mirovahiyê ye” daketin qadê.
 
‘CIWAN JIYANA KU LI WAN TÊ FERZKIRIN QEBÛL NAKIN’ 
 
Di tûrnûvayê de Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan axivî. Fîdanê bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên şer divê ku ciwan xwe birêxistin bikin û got: "Em weke Şaredariya Silopiya her sal tûrnûvayên ‘Bi girêdayî nemîne azad bijî’ li dar dixin. Demeke dirêje li ser vê erdnîgariyê şerê taybet tê meşandin û tê xwestin ku civakeke bêhiş ava bikin. Ji ber van polîtîkayan taciz û tecawiza li dijî jinan zéde dibe. Îradeya ciwanan nayê naskirin ù ev îrade tune tê hesibandin. Wateya vê turnuvayê jî ew e ku ciwanên me jiyana ku li wan tê ferzkirin qebûl nekin. Me dixwest ku şahi li dar bixin lêbelê ji ber şîna li Rojava em şahi li dar naxin. Em dibêjin dilê me li çar perçeyan bi hevre diavêje.”
 
‘DIVÊ CIWAN LI DIJÎ VAN POLÎTÎKAYAN TÊBIKOŞIN’
 
Pişt re parlementerê bajêr Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez jî destnîşanî polîtìkayên ku li ser ciwanan tên meşandin kir û ev tişt got:”Armanca me ya li vir ne tenê lîstina futbolê ye, armanca me ew e ku li dijî şerê taybet bisekinin û civakeke exleq ava bikin. Ji ber wê berpiryariyeke mezin dikeve ser milê ciwanên me û divê ku her ciwaneke me li malê xwe, taxên xwe hişyar bikin. Ciwanên me malê xwe û axa terik dikin diçin. Divê ku malbetên me hişyar bin û nehêlin ku ciwanên me biçin Ewrupayê. Bi hezaran ciwanên me li ser vê axê bedel dane divê ku em bi vê hişmendiyê nêzik bibin û li dijî van polîtîkayan tebikoşin. Érîşî Rojava dikin. Rojava rûmeta me ye û xeta me ya sore. Em ê li dijî vî şêrî bi heybet tebikoşin.”
 
Piştî axiftinan tîmên Yeşilim û Eyas terzî daketin qadê. Tîma Yeşilim 1-0 bi ser ket. Piştî bi dawîbûna maçê plaket hatin dayin.