Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin

  • ciwan
  • 17:01 10 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên ciwanan ên bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê daxuyanî dan, destnîşan kirin ji Mereşê heta Sêwazê, ji Amedê heta Pirsûsê dê hesabê êrişên li dijî gelan bipirsin. 

 
Gelek rêxistinên ciwanan ku di nav wan de Ciwanên Partiya Tevgera Kedê (EHP), Kaldiraç Universîte, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (DGB), Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê, Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Kolektîfên Xwendekaran jî hene bi wesîleya salvegera 8’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê li Qada Beyazit a Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek ciwan tev li bûn de parkarta “Ji bîr kirin nîne, efû kirin nîne, em ê hesaba 10’ê Cotmehê bipirsin” hate vekirin û dowîzên “Yên bi hêrsa 10'ê Cotmehê dijîn wê yên ku ji bo qesrên xwe şer dikin têk bibin” , “Em ê ji kujerên 10'ê Cotmehê hesab bipirsin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Kujer dê hesabê bidin” , “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hatin berzkirin. 
 
Di çalakiya ku ji bo qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê deqîqeyek rêz hate girtin de endama Kaldiraç Unîversîteyê Fatmanûr Demîrbaş axivî. 
 
‘HIŞÊ LI PIŞT ÊRIŞÊ ÎRO DESTHILAT E’  
 
Demîrbaş, bi bîr xist ku Komkujiya Gara Enqereyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate lidarxistin û wiha got: “Kesên li Sûriyeyê piştgiriyê didin çeteyên cîhadperest ên NATO’yê, bi TIR’an ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê re çek şandin, li ser axa Sûriyeyê hêzên xwe yên paramîlîter avakirin û şer sor dikin, faîlên esas ên 104 canên li Enqereyê ne. Demîrbaş, anî ziman ku hişê li pişt êrişa hate lidarxistin îro desthilat e û destnîşan kir ku ji Mereşê heta Sêwazê, ji Amedê heta Pirsûsê êrişên li dijî gelan berdewam dikin. Demîrbaş, bi lêv kir ku komkujî li dijî daxwaza aştî û demokrasiyê bû. 
 
‘EM Ê JI BO ŞOREŞÊ RÊXISTINKIRINA XWE BIDOMÎNIN’  
 
Demîrbaş, anî ziman ku weke rêxistinên ciwanan dê li dijî zextên desthilatê bêdeng nebin û ev tişt gotin: “Hesaba Enqereyê, Amedê, Pirsûsê li kolanan tê pirsîn. Em ê parastina destkeftiyên gelê kurd û mezinkirina têkoşîna bi rûmet a gelên bindest bidomînin. Dijminê me hevkar e û têkoşîna me yek e. Em ê li dijî komkujiyan daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin, li hundir û derve dawî li şer bînin. Em ê ji bo di navbera gelan de aştî pêk were, kedxwarî bi dawî bibe, zanîngeh bên azadkirin, têkoşîna şehîdan heta dawiyê bibin li kolan û kampûsan li ber xwe bidin û em ê ji bo şoreşê xwe bi rêxistin bikin.”