Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê

  • ciwan
  • 14:34 10 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Ciwanên enternasyonalîst ku ji Ewropayê hatine, çûn serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê. 
 
Ciwanên ji welatên cuda hatine Amedê çûn serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG). Di serdana ciwanan de Seroka komeleyê Roza Metîna axivî. Metîna destnîşan kir ku çapemenî di bin zextan de ye û got: “Me wek jinên kurd li dijî van zextan serî netewand û em ê serî netewînin.” 
 
Ciwanan jî anîn ziman ku ew jî di ferqa van zextan de ne û gotin ku armanca serdana wan jî piştevanî ye. 
 
Ciwan pişt re çûn serdana MED TUHAD-FED’ê. Hat zanîn ku ciwan ji bo piştevaniyê dê serdana hin saziyên din jî bikin.