Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya

  • ciwan
  • 16:13 27 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” bi gel re civînek li dar xist. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de bi gel re civînek li dar xist. Civîn, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Merdînê Bêrîtan Guneş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Rihayê û gelek kes tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” hate daliqandin. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê Senem Erîş axivî. Erîş têkildarî kampanyayê agahî da. Piştre jî Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û bal kişand ser pênaseya şerê taybet. Guneş, têkildarî pêşveçûna şerê taybet a di dîrokê de û got ku hedefa şerê taybet jî ciwan in. 
 
Piştre jî sînevîzyona têkildarî polîtîkayên şerê taybet hate pêşandan û civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.