Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê

  • ciwan
  • 10:38 27 Tebax 2023
  • |
img
 
ÊLIH - Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mûrat Yargi destnîşan kir ku ciwan bi polîtîkayên şerê taybet tên hedefgirtin û wiha got: “Dema hişmendî hate kolekirin, tiştên din didin pey. Ji ber wê divê herkes pêşî bi avakirina feraseta ku dijmin dixwaze xera bike, dest pê bike.”
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di 5’ê tebaxê de kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” da destpêkirin. Meclisa ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li gelek navendan çalakiyan li dar xistin. Ji bo têkoşîneke bibandor a li dijî polîtîkayên şerê taybet û hişyariyê jî bi ciwan û malbatên wan re hevdîtinan pêk tînin. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mûrat Yargi der barê kampanyayê de bi ajansa me re axivî. 
 
ŞERÊ TAYBET
 
Yargi, diyar kir ku dixwazin bi vê kampanyayê hişmendiya têkoşîna li dijî şerê taybet di nava ciwanan de ava bikin. Yargi, bal kişand ser hedefgirtina civakê ya bi şerê taybet û wiha got: “Hemû qadên jiyanê yên wekî polîtîka, civak, çand, aborî, leşkerî di bin banê şerê taybet de ne. Lêbelê şerê taybet bi taybetî bala xwe dide ser feraseta kes û civakê. Armanca wan a sereke teslîmgirtina feraseta civakê ye. Bi fêl û fenan dixwazin civakê ji civakbûnê derbixin. Cewhera wê şerê ferasetê ye. Ji ber mirov giyanwereke ku difikire, plansazî dike û pêk tîne ye. Ev jî bi ferasete re têkildar e. Ev tunebin mirov nikarin bifikirin û pêk bînin. Hema bêje li pêşiya her bidestxistinekê feraset, fikirin û çalakbûn tê.”
 
‘KOLEKIRIN BI FERASETÊ DEST PÊ DIKE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yargi da zanîn ku koletî bi ferasetê dest pê dike û wiha pê de çû: “Dema feraset hate kolekirin, tiştên din didin pey. Ji ber vê yekê divê azadîxwaz û gel li dijî berovajîkirina desthilatê ji ewil ferasetê bidin avakirin. Di bingeha serkeftinên têkoşîna azadiyê de feraseta kurdan vegerandina ser cewhera xwe heye. Û hê jî berdewam dike." 
 
HIŞBIR Û FIHÛŞ
 
Yargi bi bîr xist ku ciwan ketine di bin bandora hişbir û fihûşê de û ev tişt anî ziman: "Pergal dixwaze fihûş û hişbirê berbelav bike. Tiryakfiroş rê nîşanî kesên ku bikar tînin didin. Dema ku ciwan bala xwe didin hişbirê, pergal polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê dixe dewrê. Armanca me ya destpêkirina vê kampanyayê ew e ku ciwanan ji hişbir û fihûşê rizgar bikin. Em vê jî bi çalakiyên li taxan pêk bînin. Dê xala herî girîng a ciwanan ev kampanyaye be.”
 
TECRÎD
 
Di dawiya axaftina xwe de Yargi bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin parçeyeke şerê taybet e. Dixwazin bi qutkirina têkiliyên Ocalan û gel şerê taybet kûrtir bikin. Yek ji armancên vê kampanyayê jî şikandina tecrîdê ye. Bidestxistina azadiya fîzîkî ye. Em vê tecrîda li dijî mirovahiyê qebûl nakin, Em ê li dijî tecrîdê li qadan, li taxan, li zanîngehan li her devereke jiyanê, têkoşînê bilind bikin.”