'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'

  • ciwan
  • 09:08 24 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku desthilat dixwaze ciwanine bi polîtîkayên şerê taybet ji cewherwa xwe dûrketî biafirîne û ji bo têkoşîna li dijî van polîtîkayan bang kirin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li dijî tiryak û polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berbelav bûne kampanyaya "“Li dijî şerê taybet, tekoşînek bi heybet” dan destpêkirin. Meclisa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran çalakiyên cihêreng li dar dixin û her wiha hevdîtinê bi ciwanan û malbatên wan re dikin. 
 
Encamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk têkildarî kampanyayê axivîn. 
 
‘DIVÊ JIN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BITÊKOŞIN'
 
Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Rumeysa Bozkûrt, destnîşan kir ku jinên kurd ji aliyê dewletê ve hedef tên girtin. Bozkûrtê diyar kir ku desthilat hewl dide jinên kurda daxilî nava tiryakê û fuhûşê bike û li dijî vê îşaret bi têkoşînê kir. Bozkûrtê destnîşan kir ku li ser vî esasî li taxan dixebitin û got: "Ev dewlet, ji jinan ditirse. Ji hêza jinê ditirse. Jin gava hay ji hêza xwe çêbibe dê bihêz bibe. Divê hay ji hêza xwe ya xweser hebin. Divê em bi ruhekî şerkar li dijî faşîzmê li ber xwe bidin." 
 
‘TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ YA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Abdullah Gok, anî ziman ku AKP-MHP bi polîtîlayên şerê taybet nêzî ciwanan dibe û got ku ew jî li dijî vê xetereyê çalakiyan li dar dixin. Gok bilêv kir ku armanca van çalakiyên wan rizgarkirina ciwana ye û got: "Dewlet, ciwanine nasnameya xwe windakirî, ji cewhera xwe dûr û bûye berhemeke Modernîteya Kapîtalîst dixwaze. Dewlet ji ciwanên welatparêz û li dijî polîtîkayên şer têdikoşe, ditirse. Lê divê em li dijî van polîtîkayan nasnameya xwe û nasnameya welatparêziya xwe biparêzin." 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Gok bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ev polîtîkaya şerê taybet heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçe. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev tecrîd li ser hemû gelên cîhanê tê pêkanîn. Abdullah Ocalan kesayeteke girîng e. Em ciwan em ê tecrîdê bişikînin. Şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna vê polîtîkaya şerê taybet." 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan Dijwar Ahmet jî destnîşan kir ku armanca polîtîkayên şerê taybet ew e ku ciwan xwe nedin ber lêpirsînê. Ahmet ev tişt gotin: Bi taybetî em ê li taxên ku piranî kurd lê ne van xebatan xurt bikin. Dewlet bi taybetî malbatên welatparêz dibijêre û wan daxilî nava têkoşînê dike. Em ciwan em ê li dijî van polîtîkayên şerê taybet têkoşînê xurt bikin." 
 
Ahmet di dawiyê de bang li ciwanan kir ku û got: "Malbat divê ji bo rizgarkirina van ciwanan a ji nava vê pergala dejenere û çete, alîkariya me bikin. Em di çarçoveyeke demokratîk de tê dikoşin. Bila ciwan xwe bidin ber lêpirsînê ku çima hatine vê cîhanê. Gelo hûn hay ji kurdbûyîn û bîra xwe hene? Tekane xelasiya ji vê têkoşîn e." 
 
MA / Ferdî Bayram