Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’

  • ciwan
  • 10:05 23 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Malbatên beşdarî şahiya kampanya Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bûn diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şerê taybet malbatên kurd rasterast hedef tên girtin û ew ê li ber vê têbikoşin. 

 
Meclisa Cianan a Partiya Çepên Kesk li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, kampanya bi navê “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet” dan destpêkirin. Meclisa Ciwanan li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê çalakî û şahiyên xwe didomînin. Malbatên beşdarî kampanya ciwanan bûn destnîşan kirin ku polîtîkayên şerê taybet rasterast kurdan dikin hedef û behsa girîngiya têkoşîna li dijî vê kirin. 
 
‘LAWÊ MIN XISTIN NAVA XEFIKA TIRYAKÊ’ 
 
Malbata Înce ku zarokên wan madeyên hişbirê bikar tînin di çarçoveya kampanyayê de bi Meclisa Ciwanan re temasê kirin. Melîke Înce da zanîn ku hefteyek berê lawê wêji ber bikaranîna tiryakê hatiye binçavkirin û girtin û got: “Lawê min bi zanebûn kişandin nav vê tora tiryakê. Ev dewlet hebûna kurdan qebûl nake û tehamûlî hebûna me nakin. Bi polîtîkayên şerên taybet dixwazin ciwanên kurdan tasfiye bikin. Lawê min heta demek kin jî çand û hebûna xwe dizanibû. Pergala ku ji vê aciz e dixwaze me û zarokên me ji hev biqetîne. Îro dayik û bav nikarin zarokên xwe bibînin. Çimkî ev pergal naxwaze û ketiye heta nava mala me. Dixwazin çand, huner, ziman, siyaset û nasnameya gelê kurd bi ciwanên kurd bidin jibîrkirin. Lewma zarok û ciwanên me dixin nava vê torê û zirarê didin wan.”
 
‘DEWLET JI CIWANAN ÇI DIXWAZE?’
 
Înce diyar kir ku bi taybetî li Kurdistanê piraniya ciwanan di encama polîtîkayên şerê taybet de ketine xefika tiryakê û diyar kir ku ji bilî Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk her kes li dijî vê rewşê xemsar e û wiha axivî: “Îro tu li kîjan tax, kolan û parkê binêrî, ciwanên kurd xistine nava tora tiryakê. Pergal pereyan dide ciwanên me û wan dixe nava tora tiryakê. Ya ku dewlet ji ciwanan dixwaze ev e. Yanî bila herin hevdu bikujin, tiryakê bifiroşin, çi dikin bila bikin, lê têkoşîna kurdayetî û nirxên xwe nekin."
 
Înce destnîşan kir ku kampanyaya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan ve hatiye destpêkirin xebatek pir bi nirx e û got ku ew ê weke malbat piştgiriyê bidin hemû xebatên ku di vê çarçoveyê de bên kirin.
 
‘ŞERÊ TAYBET KETIYE NAVA MALÊN ME MÎ’ 
 
Yildiz Înce jî diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan ketine nava malên wan jî û wiha got: “Ev polîtîka bi taybetî li dijî malbatên kurd tên meşandin. Derbasî hemû ferdên malbatê dikin. Ev lîstika dewletê ye, bi taybetî jî li ser ciwanên kurd. Ev polîtîka bi taybetî li ser ciwanên kurd tên meşandin.”
 
‘EM XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Yildiz Înce bang li hemû malbatan kir ku xwedî li zarok û ciwananên xwe derkevin û berê zarokên xwe bidin nava çalakiyên çand û hunerî û şahiyên cuda û got: “Bila her kes xwedî li zarokên xwe derkeve, ji nava vê xefikê rizgar bike û nêhele pergal zarokên wan bihelîne.”
 
LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊKOŞÎN
 
Sakîn Înce jî destnîşan kir ku gel kurd bi salane li dijî zextan û van polîtîkayên dewletê têkoşîna hebûn û rûmetê dide û got: “Sed sal in dewlet li ser kurdan polîtîkaya îmhayê bi rê ve dibe. Niha jî van polîtîkayên xwe bi şerê taybet bi rê ve dibe. Lê belê em wek malbatên kurd, em li dijî van polîtîkayên şerên taybet in û hewce bike em ê heta dilopek xwîna laşê xwe li dijî vê têbikoşin.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak