Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin

  • ciwan
  • 10:09 19 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk polîtîkayên şerê taybet ê li dijî ciwanan tê meşandin nîqaş kirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet” civîn li dar xistin û şerê taybet ê li dijî ciwanan tê maşandin nîqaş kirin. Gelek ciwan tev li hevdîtina li taxa Ahmet Yesevî ya navçeya navendî ya Halîliyeya Rihayê hat lidarxisitin bûn. 
 
Ciwanên li ser polîtîkayên şerê taybet sekinîn di encama nîqaşan de gihiştin vê encamê: “Hedefa polîtîkayên kûrkirî yên şerê taybet ê AKP û MHP’ê ciwanên kurd in. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan bi hişbir, fihûş, mafyagerî û çetebûnê bêbîr bihêlin, pûçbûnê bi pêş bixin. Dixwazin bi vê yekê ciwanan ji têkoşînê dûr bixin.”
 
HELWESTA DESTHILATÊ
 
Ciwanan bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ê li ser bedena jinan tê meşandin û ev tişt anîn ziman: “Dixwazin di pêvajoyên şer û pevçûnan bi polîtîkayên sîstematîk ên li dijî bedena jinê dimeşînin peyamê bidin tevahiyê civakê. Her wiha desthilat bi polîtîkayên li ser bedena jinan û li ser rastiyên zayendî yên civakê dixwaze vê peyamê bide, ‘hêza têkane ez im'.”
 
TECRÎD
 
Ciwan li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 29 meh in bênavber tê meşandin sekinîn û hewcehiyên ji bo rakirina tecrîdê nîqaş kirin. Ciwanan herî dawî li dijî şerê taybet çawaniya têkoşînê axivîn û li ser mijarê, nêrînên xwe anîn ziman.