Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin

  • ciwan
  • 09:35 17 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî gelê kurd e û got ku ew ê li dijî vê li ber xw ebidin û tecrîdê bişikînin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de di şert û mercên tecrîdeke giran de ye, 29 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî bêencam dimînin û ev yek fikraên der barê Îmraliyê de zêdetir dikin. Ji bo vê jî li çar aliyên cîhanê çalaî tên lidrxistin. Ciwanên ku bertek nîşanî tecrîda li Îmrlaiyê dan, gotin ku dê li dijî tecrîdê bitêkoşin. 
 
Meclisa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk di çaçroveya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" de li Stenbolê "Şahiya Ciwanan" li dar xist. Ciwanên ku tevlî şahiyê bûn, bandora tecrîda ya li ser ciwanan nirxandin. 
 
POLÎTÎKAYÊN TEPISANDINÊ
 
Ramazan Akgoz bilêv kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û dê li dijî vê tecrîdê bitêkoşin. Akgoz got: "Li ser ciwanan polîtîkaya tepisandinê tê pêkanîn. Bi vê re naxwazin ciwan pêş ve biçin. Lê em ê rê nedin van polîtîkayan. Em ê bitêkoşin û ji bo Abdullah Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tecrîdê bişikînin. Ciwan tim li vir in. Rewşa me biqudret e." 
 
BERXWEDAN
 
Akgoz wiha domand: "Em ê heya dawî li ber xwe bidin û em ê vê tecrîdê bişikînin. Ew çi dikin bila bikin, em ê paş de gav enavêjin. Desthilat ji be rku bi vê dizane, bi ser me de tê. Divê ciwan bi xw eve bên, xwe bi rêxistin bikin û ji bo gelê xwe, neteweya xwe û rêberê xwe dakevin metrepolan. Ciwanên kurd li vir in, em li vir in." 
 
Mûrat Çelîk jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser gelê kurd tê pêkanîn û got: "Îşkenceya li birêz Ocalan tê kirin û tecrîda li ser wî, li gelê kurd tê kirin. Wî, kurdên parçebûyî û belawela anîn cem hev. Lewma her êrişeke li hemberî wî, li gelê kurd tê kirin. Di ser birêz Ocalan re gef li gelê kurd tên xwarin. Lê gelê kurd dê tu carî serî li be rgefan netewîne û dê her tim bitêkoşe." 
 
Azad Cevîz jî bilêv kir ku ji ber ku tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin fikarên wan zêde bûne û got ku ew dixwazin xeberê ji Îmraliyê bigirin. Cevîz li dijî tecrîdê îşaret bi yekîtiya kurdan kir û got: "Bila gelê kurd bibe yek. Gava em bibin yek, em ê ji heq van pirsgirêkan derkevin. Bila kes netirse, ji lew re tirs mirovan biçûk dike." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû