20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 18:13 12 Tebax 2023
  • |
img
MÛŞ - 20 ciwanên li Mûşê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin duçerxe ajotin hatin binçavkirin. 
 
Endamên rêxistina Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de li dijî polîtîkayên şerê taybet li navenda bajêr duçerxe ajotin. 20 ciwanên ku du çerxe ajotin hatin binçavkirin. Duçerxeyên ciwanan jî hatin desteserkirin.