Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin

  • ciwan
  • 08:28 11 Tebax 2023
  • |
img
 
MARSÎLYA -  Ciwanên kurd xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û di çalakiya xwe de bangî rayedaran kirin. 
 
Ciwanên kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û bi zimanên fransî û kurdî dirûşm hatin berzkirin. 
 
‘BILA TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN’ 
 
Ciwanan, li Qada Canebîerê daxuyanî dan û wiha gotin: “Divê bê zanîn ku gelê kurd ne gelekî wisa ye ku hûn bi komplo û tecrîdê vala derxînin. Lewma banga me ya lezgîn û domdar ev e; divê CPT tavilê daxuyaniyê bide, tecrîd û îzolasyon tavilê bê bidawîkirin û demek beriya demekî parêzer û şandeyek biçe Îmraliyê. Divê ciwanên kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di çarçoveya pêngava Cenga Azadiyê Serbixin dakevin qadan.” 
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.