‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’

  • ciwan
  • 09:04 6 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek ku kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” dane destpêkirin diyar kir ku şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin û anî ziman ku dê li her qadê ciwanan bikin kirdeya têkoşînê. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li dijî polîtîkayên şer ên li ser ciwanan kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” da destpêkirin. Meclisa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de di serî de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li dijî tiryakê, feraseta mêr, talana ekolojîk, bişaftina çandî û her şêwe amûrên bîrdoziyê yên ku ciwanan û civakê bêesil dike têbikoşe. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek têkildarî kampanyaya dane destpêkirin nirxandin kirin. Gorunmek ê got “Şerê taybet şêweyekî şer e ku bêrêzik û bêexlak e” û anî ziman ku armanca sîstema heyî bi şerê taybet re ew e ku civakê bi temamî bêhiş bike û ji bo armanca xwe bikar bîne.
 
DÊ ŞERÊ TAYBET VEBÊJIN 
 
Gorunmek, destnîşan kir ku dewletê bi polîtîkayên xwe yên tunekirin û înkarê encam bi dest nexistiye û bi vê armancê polîtîkayên şerê taybet bi pêş xistiye û wiha got: “Dewletê ji sala 2015’an û vir ve konsepteke şerê taybet ê dijwar xistiye meriyetê. Me li dijî vê konsepta şerê taybet dest bi kampanyayeke nû kir. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê ji ciwanan re bêjin şerê taybet çi ye, qadên şerê taybet li ku ne û divê ciwan li dijî şerê taybet çi bikin.”
 
RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ DÊ BÊ NÎQAŞKIRIN
 
Gorunmek, destnîşan kir ku dê li her qada ku şerê taybet lê bi bandor e, xebatan bimeşînin û wiha berdewam kir: “Em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin. Ji ber ku dibînin dewlet ketiye kolanan. Em jî dê li cihên ku hewl tê dayîn xebatên bêesilbûnê lê tên meşandin, civînên bi ciwanan re, tûrnûvayên fûtbolê û di pêvajoya pêş de atolyeyan li dar bixin. Di atolyeyan de em ê nîqaş bikin bê ka şerê taybet çi ye, pergal şerê taybet çawa hildiberîne û ciwan bi vê yekê çawa serwext in û em ê li dijî vê çawa têbikoşin.”
 
‘ÎMRALI JI BO ME GERSTÊRKEKE' 
 
Gorunmek, diyar kir ku polîtîkaya herî mezin a şerê taybet bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Armanca bingehîn a şerê taybet ew e ku civakê, raya giştî, ciwan û jinan bê hiş û ji bo armanca xwe bi kar bîne. Li ser hişmendiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye gelê kurd êriş heye. Ji ber ku dewlet ji vê ditirse, armanc dike ku îro tecrîdeke wiha zêde bike û şerê taybet li hemû qadan belav bike. Girava Îmraliyê ku ji derve ve bi çar dîwaran hatiye dorpêçkirin, wekî giraveke gewr tê dîtin, lê ji bo me gerstêrkeke, gerdûn e. Ji ber ku fikrên ku îro ji wir derdikevin, dewletê ditirsîne. Ji ber ku her gotina ji devê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve, xwedî wê hêzê ye ku polîtîkaya şerê taybet a dewletê ji holê rake.”
 
‘ÊRIŞA LI DIJÎ PERSPEKTÎFA JIYANA NÛ’ 
 
Gorunmek, destnîşan kir ku şerê taybet êrişa li dijî perspektîfa jiyana nû ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di çarçoveya vê kampanyayê de em ê bikevin her qada ku di çarçoveya vê kampanyayê de şerê taybet lê heye. Em ê îro bi her ciwanê ku dikeve nav tiryak, fihûş û jiyana bêesilbûnê re biaxivin. Bi destpêkirina tevgereke nû re wê mekanîzmaya xwe ya rêxistinbûyî li nava kolanan ava bike. Em ê kolanên ku dewlet bi tiryakê ketiyê jinûve bi dest bixin û gel, ciwan û jinan bikin kirdeya têkoşînê. Em ê vê xebatê li hemû kolanên Tirkiyeyê û Kurdistanê bidomînin. Em ê biçin her cihê ku şerê taybet dikevê û em ê xebatên hişyarkirinê bikin. Ji ber ku dewlet polîtîkayeke mezin a şerê taybet dimeşîne û haya ciwanan jê nîne. Em armanc dikin ku bi xebatên xwe vê hişmendiyê biafirînin. Mînak; yên fûhûşê dikin şêweyê jiyanê hene. Ew difikirin ku rast e, normal e. Em ê bi ciwanekî re rûnên û jê re bêjin ku divê ev neyê kirin. Em ê careke din li dijî tiryakê hişmendiyê ava bikin. Ji bo ku em ji tiryakê xelas bikin em ê têkoşîneke mezin bidin. Em ê bi her ciwanî re biaxivin û li deriyê her malbatê bixin. Li dijî van polîtîkayên şerê taybet, em ê hewl bidin jiyaneke nû û rast ava bikin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Yusra Batihan