Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin

  • ciwan
  • 15:17 3 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’ê bertek nîşanî girtina endamên meclisê dan û wiha gotin: “Kesek nikare têkoşîna me ya siyaseta demokratîk krîmînalîze bike. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û selteneta we hilweşînin .” 

 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîvan Orman û endamên Meclisa Ciwanan a HPD’ê Ahmet Beyazit, Îsmaîl Toptamûr, Mehmet Salih Karatay û Mehmet Salih Dîkmen di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 29’ê tîrmehê de hatibûn binçavkirin û piştre hatin girtin. Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî têkildarî mijarê li avahiya HDP’ê ya Beyoglûyê daxuyaniyek da. 
 
Daxuyanî ji hêla Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Rohat Govercîn ve hate xwendin. Govercîn diyar kir ku pergal polîtîkayên şerê taybet bi taybet jî li ser ciwanan dimeşîne û wiha got: “Ev demekî dirêje li dijî Meclisa Ciwanan a HDP’ê û endamên me polîtîkaya binçavkirin, revandin, girtin û sîxûrkirinê tên meşandin. Di 23’yê tîrmehê di maça li Gazîosmanpaşayê de bi hincetên vala 11 hevalên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin.  Gef li tîman tê xwarin ku xwe ji turnûvayê vekişînin. Li hemû kaptanên tîman geriyan û gotin; ‘îfadeya te heye were emniyetê.’ Li wir jî ji bo xwe ji turnûvayê vekişînin, teklîfên diyariyan li wan hatin kirin.”
 
‘DÊ NEKARIN PÊŞÎ LE ME BIGIRIN’
 
Govercîn, bi domdarî bal kişand ser girtinên dawî û ev tişt anî ziman: “Hevalên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ji 12 hevalên me 5 jê bi hinceta xebatên siyasî ji hêla daraza paşverû dê nekarin pêşî li ciwanan bigirin. Hûn çi bikin jî dê nekarin pêşî li ber turnûvaya me ya ku ji bo bîranîna rêhevalê me Kemal Kurkut tê lidarxistin bigirin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û seltenata we hilweşînin.” 
 
‘EM Ê BI CIWANTÎ SERBIKEVIN’
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî da zanîn ku hemû desthilatdarî ciwanan ji bo xwe weke astengî dibînin û hewl didin krîmînalîze bikin. Bîrol, bang li desthilatdariyê kir ku dev ji krîmînalîzekirina ciwanan berde.  Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû jî diyar kir ku dê li dijî hemû êrişan li kolanan bersivê bidin û dê bi dirûşma ‘Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî ser bikevin’ têkoşîna xwe bidomînin.