Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye

img

STENBOL - Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, ji ber tayinkirina qeyûman AKP'ê rexne kir û ji bo qeyûmên dawî got: "Tu hêleke wê ya bê ravekirin tuneye." 

Li seranserê cîhanê welat hemû li dijî vîrusa coronayê (Covîd-19) têdikoşin, lê belê li Tirkiyeyê partîkine ku gefan li tenduristî û ewlehiya gel dixwin hene. Yek ji van pratîkan jî tayinkirina qeyûman. Wezareta Karên Navxweyî herî dawî qeyûm tayinî 8 şaredariyên HDP'î kirin. 
 
Yek ji avakarên AKP'ê Prof. Fatma Bostan Unsal ku ji Zanîngeha Alparslan a Mûşê hat îxrackirin, der barê tayinkirina qeyûman de axivî. 
 
Unsal, anî ziman ku beriya her tiştî qeyûm bêrêzîtiya li vîna gel e û got, di salên dawî de li Tirkiyeyê tiştekî rasyonel nayê kirin. Unsal, ji bo tayinkirina qeyûmên dawî jî got: "Tu hêleke wê ya bê ravekirin tuneye." 
 
Unsal, bibîr xist ku berê jî qeyûm tayinî şaredariyan hatibûn kirin, lê belê HDP'ê cardin ew şaredarî bi dest xistibûn û got, piştî HDP bi ser ket û îsrafên ku qeyûman kiribûn aşkere kir, hikûmeta AKP'ê tengijî. 
 
Unsal, anî ziman ku îqtidarê li dijî şewba coronayê tenduristiya gel spartiye duayan û got, ev rewş helwesteke îrrasyonel e û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Unsal, destnîşan kir ku îqtidar li dijî şewbê baş tevdîran nagire û got, şaredariyên li dijî vê tevdîrên xwe digirin jî îqtidar xebatên wan asteng dike. 
 
‘WÊ REWŞA GEL ZEHMETIR BIBE' 
 
Unsal, di vî warî de wekî nimûne Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û Şaredariay Êlihê ku qeyûm tayinî wê hat kirin nîşan da. Unsal, got: "Min xebatên Şaredariya Êlihê yên li dijî şewbê dîtin. Xizmetên li dijî pandemiyê yên Şaredariya Êlihê û yên din, li gor dilê gel bûn. Gava mirov tevdîrên şaredariyan ên li dijî şewbê tîne ber çavan, dibîne ku qeyûm tenduristiya gel dixin talûkeyê. Ji xwe di vê dema şewbê de tiştên rêvebirên giştî dikirin bi rêya rêveberiyên herêmî dihatin kirin. Gava rêveberiyên herêmî tevdîrine baş girtin, kêmasiya rêveberiya giştî derket holê. Loma tayinkirina qeyûman wê bibe sebeb ku rewşa gel zehmetir bibe." 
 
Unsal, anî ziman ku piştî vîrusa coronayê girîngiya yekîtî û pevrebûna civakê careke din derketiye holê û got, li dijî vê şewbê pêdivî bi yekîtî û têkoşîneke civakiyî heye. Her wiha Unsal, destnîşan kir ku lê belê qeyûm vê yekîtî û pevrebûna civakê xirab dikin. 
 
‘DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN BERDIN' 
 
Unsal, got: "Di pêvajoyeke wisa de tayinkirina qeyûman tê wateya ku tenduirstiya gel be rbi xetereyê ve dişînin. Niha tekane rojeva me ew e ku em ê li dijî vê şewbê çawa mirovan biparêzin, em ê çawa hewl bidin ku mirov bijîn. Lê wekî ev pirsgirêk tunebin, îqtidar jib o berjewendiyên xwe yên siyasî qeyûman tayin dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev helwesteke pir talûke ye. Tu hêleke wê ya bê ravekirin tuneye. Di vê pêvajoyê de girîngiya yekîtî û pevrebûna civakê careke din derketiye holê. Loma demildest divê desv ji van polîtîkayan berdin." 
 
MA / Nacî Kaya