'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'

img

ENQERE – Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu têkildarî hevdîtina wan a bi AKP’ê re ev tişt got: “Hevdîtin bixwe jî zehmet bû. Sererastkirin, divê destpêkê ji bo vîn û tenduristiya gel, bi hevkariyê bikeve meriyetê.”

Heyeteke AKP’ê, di çarçoveya 3’emîn Paketê Darazê de ji bo sererastkirina înfazê ya nû serdana HDP’ê kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu ku di hevdîtinê de cih girtibû, têkildarî hevdîtinê axivî. Oncu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dema hevdîtinê û wiha axivî: “Hevdîtin pişî tayînkirina qeyûman a ser 8 şaredariyên me pêk hat. Destpêkê vîna gel desteser kirin û piştre jî ji rêxistina siyasî ya vîna vî gelê HDP’ê randevû xwestin. Hevdîtin bixwe jî rewşeke zehmet bû.”
 
‘QEYÛM HEVPARÎBÛNÊ JI HOLÊ RAKIR’
 
Onlu, destnîşan kir ku ew sererastkirina înfazê tenê weke lihevkirineke di navbera partiyên siyasî de nabînin û wiha got: “Sererastkirin hemû civakê eleqedar dike û bi civakê re li hevkirin bê kirin. Me ev nêrîn ji heyeta AKP’ê re jî ragihand. Ev sererastkirin kurdan, muxalîfan, kesên siyaset dikin, akademîsyenan elqedar dike. Ev sererastkirin wê ya civakê ber bi neheqiyê ve bibe yan jî bingeha hevparîbûnê ava bike. Lê hevparîbûna herî mezin ji hev re û ji daxwaz û vîna gel re rêzgirtin e. Tayînkirina qeyûman vê hevparîbûnê ji holê rakir.”
 
JI DAXWAZÊN GEL RE TERÎFA ‘TERORÊ’ DIKIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Onlu, diyar kir ku daxwazên civakê yên mîna heq, hiqûq, nasname, ziman û azadiya rêxistinbûn û xwe anîna ziman ji aliyê desthilata siyasî ve weke sûc tên hesibandin û wiha pêde çû: “Van sûcan jî weke ‘terorê’ dinirxînin. Ev rewş di civakê de mexdûriyetên mezin diafirîne. Divê destpêkê ev mezduriyet ji holê bên rakirin. Heke sererastkirinek hebe divê ku ev ji bo hemû kesên ku daxwazên wan weke sûc hatine hesibandin hebe. Lê em di teklîfa hatiye kirin de rewşeke berovajiyê vê dibînin.”
 
‘XETA ME YA SOR HEYE’
 
Onlu, da zanîn ku daxistina ceza ya ji bo sûcên zayendî, tundiya li dijî jinê, hişbirê û mirovahiyê ya di pêşnûmeya AKP’ê de weke partî qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev her çar sûc xeta me ya sor in. Me ev ji heyeta AKP’ê re ragihand. Me ji wan re qala hevparîbûnê kir û got ku divê ji hevparîbûnê bê destpêkirin. Polîtîkaya partiya me ya ji bo vê sererastkirinê ew e ku divê ev sererastkirin destpêkê ji bo vîna û tenduristiya gel bi hevparîbûnê bikeve meriyetê. Girtîgeh bi serê xwe qada risqeke mezin e û divê ji bo vê yekê sererastkirineke cûda hebe. Tevdîrên mîna kontrola edlî girtîgeha malê û taloqkirina ceza bêyî ku dem bê windakirin bên girtin.”
 
Onlu, herî dawî bi lêv kir ku partiya wan bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan kiriye û dê bi rêxistinên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên jina re bi awayekî hevpar vê pêvajoyê bi rê ve bibin.
 
MA / Dîren Yûrtsever