Ji Soylû daxuyaniya ‘qedexeya derketina kolanan’

img

ENQERE – Wezîrê Karê  Hûndir Suleyman Soylû, derbarê qedexeya derketina kolanan de got; “Ger welatî rewşa xwe ya awarte îlan bike, wê demê pêdivî dê bi tedbîrek zedetir nebe.” 

Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di bernameya televîzyonekê de, derbarê tedbîrên ji bo vîrûsa korona (Kıovîd-19) girtine de axivî. Soylû, têkildarî nêzîkatiyên li hemberî welatiyên extiyar ên 65 salî axivî û wiha got: “Heya niha 410 kes hatine binçavkirin. Pêvajoya lêpirsînê ya darbarê van kesan de dewam dike.”
 
Soylû, derbarê girtina kargehan de jî wiha axivî: “211 hezar û 326 kargeh hatin girtin. Em van dişopîn in. Ji hezar û 542’yan bi awayekî îdarî û ji 207’an jî bi awayekê edlî lêpirsîn hat kirin. Trafîqa nava bajaran jî gehişt ji sedî 65’an.”
 
'GER WELATÎ BI XWE OHALA XWE ÎLAN BIKIN…’
 
Soylû, têkildarî îlankirina qedexeya derketina kolanan jî ev tişt gotin: “Ev pêvajoyeke. Welatiyên me biryarên me bi cih tînin. Belavbûna nexweşiyê û rewşa heyî em hemû bi hevre dişopînin. Welatiyên me bergiriyên me girtine, bi cih tînin. Tedbîrên zêdetir tên nirxandin. Hine tedbîrên ku divê em bigirin hene. Pêngavên em bavêjin hene. Ger welatiyên me bi xwe OHAL’a xwe îlan bikin, niha ji bo vê ne pêwîste em bergiriyek mezintir bigirin. Lê ger pêvajo ber bi rewşek cuda ve biçe, wê demê em ê bergiriyên cuda bigirin. Berî qedexeya derketina kolanan, bergiriyên ku em bigirin hene. 
Ama süreç başka bir noktaya giderse, farklı tedbirler alınması gerekebilir. Sokağa çıkma yasağından önce uygulayabileceğimiz tedbirler var.”