Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe

img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel gef û bangên AKP-MHP’ê yên li dijî partiya wan wek “reben-belengazî” nirxand û got ew wateyê didin rexneyên ji bo partiya xwe û HDP dê nekeve xefkê û ji bo birêvebirina demokratîk a welat dimeşe. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 23’ê Sibatê de 4’emîn kongreya xwe li dar xist. Piştî kongreyê rayedarên AKP’ê û MHP’ê kongre kirin armanca xwe. Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dozgeriyê derbarê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
‘HDP XWE JI BO SERDEMA NÛ HAZIR KIRIYE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel gef û bangên rayedarên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê ji ajansa me re nirxand. Temel da zanîn ku HDP ji aliyê civakî ve xwedî hêzek mezin û projeyên mezin e û ji ber vê hêza HDP’ê di kongreyê de carek din nîşan da partiya wan dikin armanca xwe. Temel got: “HDP bi cewherî û rastiya xwe ji bo serdemek nû xwe amade kiriye.”
 
‘KONGREYA ME ÎQTÎDARÊ ACIZ KIRIYE’ 
 
Temel anî ziman ku beşdariya kongreya wan a netewî û navnetewî bloka îqtîdarê aciz kiriye û got: “Kongreya me bi beşdariyek xurt deng veda. Ji ber vê yekê jî AKP-MHP gefan li partiya me dixwin û ji xwe re dikin armanc. Lê li gel hemû zext û gefên wan jî kongreyek coşa wê di asta herî jor de û beşdariyek bi hêzdar pêk hat. Em bixwazin jî û nexwazin jî wê ev yek wan aciz bike.” 
 
‘BANGKIRINA LI DOZGERAN BELENGAZÎ YE’ 
 
Temel destnîşan kir ku piştî kongreya HDP’ê bangên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê  Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo darazê jî wek trajîk pênase kir û got: “Tehdîtkirina partiyek muxalefetê ku li dijî îqtîdarê û şirîkê wan siyasetê birêve dibe ne li gorî ehlaqê siyasî ye û ne jî li gorî yasayan e. Hûn dikarin polîtîka û xeta wê ya siyasî neecibînin, tenê hûn dikarin bi awayê siyasî belkî pêşiya wê bigirin. Banga wan a ji bo dozgeran bangên xeternak in. Banga li dozger û dadgeran ez wek rebenî-belengazî dinirxînim.” 
 
‘HDP HÊZA DEMOKRASIYÊ YE’ 
 
Temel diyar kir ku HDP li Tirkiyê partiya ku hêza demokrasiyê ye û di vê kongreya wan de jî carek din hat nîşandan ku HDP navnîşana têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Temel anî ziman ku HDP bi stratejiya xwe di hilbijartinan de kodên siyasî yên li Tirkiyê guherand û HDP li dijî hemû zext û zordestiyên lê tê kirin bûye bersiv. Temel da zanîn ku ew wateyê didin hemû rexneyên dostane û çêker û got: “HDP wê nekeve tu xefikên li dijî wê tên çêkirin. HDP ew partiye ku girîngiyê dide hemû pirsgirêkên li Tirkiyê. Yek ji pirsgirêkên herî girîng pirsgirêka kurd e. HDP bi qasî pirsgirêka kurd guh dide pirsgirêkên karker, kedkar, çîn, xizanî û hemû arîşeyên din.” 
 
‘ÊDÎ NE ÎQTÎDAR, BIRÊVEBIRINA DEMOKRATÎK’ 
 
Temel da zanîn ku HDP bi pêkanîna kongreya xwe re dest bi meşa “meşa birêvebirina welat” jî daye destpêkirin û got: “HDP êdî nîqaşa wê tenê li Tirkiyê muxalefetiyê bike derbas kiriye. Kongre ragihandina vê yekê bû. HDP êdî ew partiye ku bûye namzetê birêvebirina demokratîk a welat. Êdî ne îqtîdar, rêvebirina demokratîk lazim e.” 
 
BERSIVA ERDOGAN DA 
 
Temel bersiva daxuyaniya “Ev bênavber serokê giştî diguherînin” a Erdogan ji bo HDP’ê gotibû da û got: “HDP ne partiyek klasîk ya îqtîdarê ye. HDP ne partiya kes e. Îspata wê jî pergala wê ya hevserokatiyê ye. HDP aqilek kolektîf, hest û raman e. Berevajî pirsa ‘Çima her tim serok diguherînin’ jî ev e; ‘çima ev partî mehkûmî yek zilamiyê nabe?’ Jixwe em tenezûlî wî jî nakin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan - Emrûllah Acar