Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bertek nîşanî kesên piştî kongreya partiya wan hatin binçavkirin da û got: “Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin.” 

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da. 
 
Olûç ji malbatên kesên di erdheja Elbaka Wanê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Pirsgirêkên di erdheja Xarpêtê de qewimîn heman pirsgirêk di erdheja Wanê de jî xwe dan der. Kamyonên me yên alîkariyê ji aliyê walîtî û qeymeqamiyê ve hatin astengkirin. Em dibêjin ev helwestek li dijî mirovatiyê ye. Astengkirina alîkariya me helwestek bi qestî ye. Divê pêdiviya xelkê li herêma erdhejê were pêşwazîkirin. 
 
‘BI FERMANA PARTIYÊN SIYASÎ TEVGER DIKIN’ 
 
Olûç derbarê kesên piştî lidarxistina kongreya partiya wan hatin binçavkirin axivî û wiha bertek nîşan da: “Kongreya me bi coşek mezin pêk hat. Tevî hemû zextan jî gelê me herikî kongreyê. Hemû prosedurê me temam bû. Di warî hiqûqÎ de tu kêmasî tune bû. Bi awayek ecêp dozgeriyê teknîsyenên fîrmaya ku me bi awayek bizarganî kirê kiribû binçav kir. Ew xebatkarên vê fîramya teknîkî bûn. Duh hatin berdan lê belê xebatkarên partiya me di binçavan de ne. Biryara 4 rojan di binçavan de bimînin heye. Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin. Tu eleqeya van binçavkirinan bi hiqûqî re nîne.” 
 
‘EM DIBÊJIN HODRÎ MEYDAN’ 
 
Olûç bi bîr xist ku piştî kongreya wan di qenalên televîzyonan de bernameyên ew nebûne li ser navê HDP’ê gengeşe hatine kirin û got: “Em kêfxweş in ku li ser HDP’ê gengeşeyê dikin. Xuya dibe ku me rojevek çawa diyar kiriye. Lê belê ev gengeşe bi tiştên derew û şaşî tên birêvebirin. Em ji wan re dibêjin heke hindik be jî dirûstiya we hebe, em ji bo her bersivdayîna pirsên we amade ne. Em dibêjin hodrî meydan! Em dizanin wê vê amborgaya we ji ser me ranebe, lê em dibêjin heke hûn mêrxas bin van gengeşeyan bi me re bikin.”