Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç da zanîn ku îqtîdarê rewabûna xwe gelemperî û demokratîk winda kiriye û ji ber vê yekê pêdivî bi pêşhilbijartinê heye û got: “Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê.” 

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Olûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û feqîryê û got: “Ji ber krîza aborî û xizaniyê însan dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber aboriyê welat ber bi felaketê ve diçe.” 
 
‘RÊBAZA TOROSÊN SPÎ XISTINE DEWRÊ’ 
 
Olûç bertek nîşanî sepana li dijî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku polîsan wesayîta wî şopandibû û pêşiya wî birîbûn da û got: “Îqtîdarê dest bi rêbaza torosên spî kiriye. Îqtîdar veguheriye îqtîdara salên 1990’î.” Olûç bertek nîşanî nûçeyên derew ên Ajansa Anadolûyê da û got: “Ev ajans rabûye endamê Meclîsa partiya me Yûnûs Dûrdû wek ‘terorîst’ pênase dike. Bi belavkirina nûçeyên derew, dixwazin wekîlê me û endamê Meclîsa me di bin tohmetê de bihêlin.” 
 
'WÊ ÎQTÎDAR HETA 2023’AN LI SER QOLTIX RÛNENÊ’ 
 
Olûç bersiva pirsa derbarê nîqaşên hilbijartina pêşwext de da û wiha got: “Ne mimkin e mirov dîroka hilbijartina pêşwext bike. Lê zû dereng wê ev îqtîdar heta sala 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê. Viya mimkin me mirov bêje. Ji ber vê yekê îhtîmala hilbijartina pêşwext heye.”