Aydenîz: Rêya demokratîkkirina Tirkiyê di Îmraliyê de derbas dibe

img

AMED – Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku Ocalan 21 sal in tê tecrîtkirin û got: “Rêya demokratîzekirina Tirkiyê di Îmraliyê de derbas dibe.” 

Hevseroka Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBPO) Salîha Aydenîz ji ajansa me 21’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand. 
 
 ‘BIRÊZ OCALAN BI SEKNA XWE KOMPLO VALA DERXIST’ 
 
Aydenîz got ew di destpêkê de komploya li dijî Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve pêk hatiye şermezar dikin û ji ber ev operasyona li dijî Ocalan ji aliyê dewletên hegomonîk vê pêk hatiye navê komployê lê dikin. Aydenîz diyar kir ku komploya hatiye kirin wek dewama polîtîkaya sed salî ya li dijî gelê kurd e û got: “Bi vê kompoloyê xwestin gelê kurd tesfiye bikin. Sekna birêz Ocalan û helwesta wî vê yekê vala derxist.” 
 
‘RÊYA DEMOKRASIYA TIRKIYÊ DI ÎMRALIYÊ DE DERBAS DIBE’ 
 
Aydenîz destnîşan kir ku komploya li dijî Ocalan bi tecrîtkirina girankirî 21 sal in didome û wiha got: “Bi taybetî piştî 5ê Nîsana 2015’an tecrît hat girankirin. Ji bo pergala Îmraliyê yasayên taybet hatine derxistin. Ji bo vê yekê pergala îşkenceya Îmraliyê jê re tê gotin. Yasayên di Destûra Bingehîn a Tirkiyê de nînin ji bo Îmraliyê hatin derxistin. Birêz Ocalan li dijî Modernîta Kapîtalîst bi modela netewa demorkatîk li dijî vê pergalê modelek li pêş xist. Raya giştî ya Tirkiyê û dinyayê li dijî tecrîta girankirî bêdeng, kerr, lal û kor dimînin. Bi vê pergalê dixwazin deng, fikr, raman û bîrdoziya birêz Ocalan ji civakê qût bikin. Divê hemû netew li dijî tecrîtê têbikoşin. Heke wisa têbikoşin dê tercît bi dawî bibe. Rêya demokratîzekirina Tirkiyê jî 
 
MA / Mehmet Şah Oruç – Fethî Balaman