Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Partiya Sadetê Cîhangîr Îslam diyar kir ku ew biryara partiya xwe ya piştgiriyê dide tezkereya Lîbyayê boykot dike û dê dengê xwe bikar neyne.

Partiya Saadetê îro ragihandibû ku dê piştgiriyê bide tezkereya eskeran a ji bo Lîbyayê. Lê Parlamenterê Partiya Saadetê Cîhangîr Îslam li dijî biryara partiya xwe derket û ragihand ku dê biryara “erê” ya partiya xwe boykot bike û dê dengê xwe bikar neyne. 
 
Îslam li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: “Min biryar girt ku îro tevlî rûniştina Meclîsê ya ji bo hevdîtina şandina eskeran ji bo Lîbyayê nebim. Ez ê tevlî rûniştina dengdayînê nebim û deng bikar neynim.”