Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, peyama sersala nû parve kirin. Hevserokan gotin “Em bawer dikin ku di sala 2020’an de em ê bi têkoşînê jiyanek nû ava bikin û bi vê têkoşînê xwe bigînin demokrasî, aştî, edalet, azadî û wekheviyê." 

 
Hevserokên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezai Temellî, peyama sala 2020'an parve kirin. Buldan û Temelli, di peyama xwe de diyar kirin ku ew di sala 2020'an de ji bo gelan azadî, wekhevî, aramî û azadiyê dixwazin û wiha gotin: "Me sala 2019'an bi sekna têkoşîna bi biryarî û baweriyê bi dawî kir. Em ê bi biryar û sekna wêrekî ya gelê xwe sala 2020'an bibe bikin sala azadî, wekhevî, aştî, edalet û demokrasiyê û li ser piyan bihêlin. 
Em bawer dikin ku di sala 2020’an de em ê bi têkoşînê jiyanek nû ava bikin û bi vê têkoşînê xwe bigînin demokrasî, aştî, edalet, azadî û wekheviyê."