Karabat: AKP dema diçe talan dike û diçe

img

STENBOL - Parlamenterê CHP'ê Ozgur Karabat, polîtîkaya AKP'ê û plana Kanal Îstanbul dirxand û wiha got: “Di demên bere de dema hikûmdarên zordar dema bajarek dagir dikir an jî dawî li îqtîdara wan dihat, talan  û wêran dikir û wiha ji wî bajarê derdiketin. Niha helwesta AKP’ê jî wisa ye. Hildiweşîne û diçe. 

Bertek û nerazibûnên li diî projeya Kanal Îstanbul her ku diçe zêde dibin. Hikûmeta AKP'ê dema vê projeya Kanal Îstanbul dixe meriyetê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de bi 806 hezar deng namzetê AKP'ê derbas kir, muxatab jî nagire û li gorî xwe biryaran digire. Serokomar û Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan di 27'ê Kanûnê de got "Hûn bixwazin jî û nexwazin jî dê Kanal Îstanbul  bê avakirin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat, anî ziman ku gotinên Erdogan encama firaseta wî ya siyasî ye û wiha got: “AKP û Erdogan bi vê ferasetê gel daye hemberî xwe. Li aliyekî beşên civakê yên cuda tune dihesibîne û li aliyê din ji Şaredarê Stenbolê bile re dibêje ‘Rûnê li cihê xwe!" Em bi vê ferasetê re rû bi rû ne. Erdogan bi Projeya Kanal Îstanbul xera dike wêran dike hildiweşîne û diçe. Di demên bere de dema hikûmdarên zordar dema bajarek dagir dikir an jî dawî li îqtîdara wan dihat, talan  û wêran dikir û wiha ji wî bajarê derdiketin. Niha helwesta AKP’ê jî wisa ye. Hildiweşîne û diçe. Ji ber vê yekê pir aşkere ye ku dawiya Erdogan û îqtîdara wî hatiye. 
 
Mixabin îhaleya Balafirgeha Mezin bi dawî bû. Îhaleya Pira Bogazê jî xelas bû. Lê divê hin îhaleyên din pêşkêşî sermayedaran bike. Ku wisa neke dê hesab ji AKP’ê bipirsin. Ji ber ku deynê wan heye. Niha dibêje ‘Hûn çi dibêjin bibêjin, ezê çêkim" Ji bo ku bijî wekî din şensa wî tune ye. "