Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in

img

EDENE – Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû diyar kir ku pergala kurewî têk çûye û li dijî kapîtîlazmê li her devera dinyayê li rêya derketina ji vê yekê tê gerandin û got: “Meclîsên bajêran girîng in. Meclîs cihên xweparastina gel in.” 

Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê bi dirûşma “Kapîtalîzm û baviksalarî dikuje. Ji bo jiyanê li ber xwe bidei xwe birêxistn bike û ava bike” 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) pêk anî. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Ji bo dîwanê hilbijartin hat kirin. Hevberdevkê Meclîsa HDK’a Edeneyê Ûgûr Bayrak spasiya beşdarvanan kir û rapora xebatê xwend. 
 
‘DI NAVA LÊGERÎNAN DE NE’ ÇIKIŞ YOLLARI ARAYIŞI
 
Pişt re Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengol xîtabî beşdarvanan kir û diyar kir ku wek her demê niha jî li dijî zordestiyê û kedxwariyê têkoşîn tê dayîn û got: “Li dijî kapîtalîzmê li 40 welatên dinyayê însan ji bo ji xwe re rêyekî bibînin di nava lêgerînan de ne. Pergala kurewî t^ke çûye. Ev krîz bi ser jinan, ciwanan û gelan de hatiye hilweşandin. Gel jî li dijî vê têkçûnê têdikoşin. Ev têkoşîna têkoşîna Tirkiyê ye. Têkoşîna Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Daxwaz û têkoşîna karkerên li Edeneyê û Bolîvyayê heman daxwaz e. Çimkî em li dijî heman bernameyê têdikoşin. Bernameya kedxwariya emparyalîst a kurewî heye û em li dijî vê têdikoşin.” 
 
'MECLÎS CIHÊN XWEPARASTINÊ NE’ 
 
Şenoglû da zanîn ku ew neçarin rêxistinên civakî biafirînin û got: “Meclîsên bajaran girîng in. Meclîs cihên xweperastin û rêxistinkirina gel in. HDK hêzek mezine di destê me de. Em ji HDP’ê cudatir nafikirin. Ev parçeyên heman paradîgmayê ne. Divê her rêveberek HDK’ê destek bide xebata siyasî ya HDP’ê jî.” 
 
Piştî Şenoglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî axivîn û pêşniyar û nêrînên xwe gotin. 
 
Paşê rêveberiya Meclîsa HDK’a Edeneyê hat diyarkirin.