HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir

img
ENQERE - HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Yortuya Noelê ya civaka xirîstiyan û Cejna Yaldo ya gelê asûrî pîroz kir. 
 
Berdevkê Komîsyona Bawerî û Gelan ê HDP'ê Nîmettûlah Erdogmûş, bi daxuyaniyeke nivîskî Yortuya Noelê ya civaka xirîstiyan û Cejna Yaldo ya gelê asûrî pîroz kir. 
 
Di peyamê de ev tişt hatin gotin: "Em Yortuya Noelê ya civaka xirîstiyan û Cejna Yaldo ya gelê asûrî ku ji gelên qedîm ên vê erdnîgariyê ne, bi dil û can pîroz dikin. Em hêvî dikin ku van rojên pîroz bibin wesîleya xweşiya nav olan, biratî û aştiyê. Tu nasname, çand, bawerî û zimanê zikmakî ne di ser yê din de ye. Em hêviya xwe ya pêkve jiyanê ya welatiyan a di her şert û mercî de û pêşxistina azadiya çanda diparêzin û mezin dikin. Em biryardariya tekoşîna xwe ya ji bo Komara Demokratîk berdewam dikin."