Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê

img

ŞIRNEX - Serlêdana 5 meleyên ku ji meleyên di sala 2017'an li navçeya Silopya hatin îxrackirin û di dozên ku derbarê wan de hatin vekirin de beraat kirin a ji bo Komîsyona Rewşa Awarte, ji ber gotinên 'îxbarê' yên serokên navçeyê yên AKP-MHP'ê, namzetê şaredariyê, alîkarên qeyûman miftî û hin meleyan, hat redkirin.

Serlêdana, 5 meleyên ku di sala 2017'an li navçeya Silopya hatin îxrackirin û di dozên ku bi angaşta "têkiliya wan bi PKK'ê re heye' derbarê wan de hatin vekirin de beraat kirin, bi daxwaza vegera peywira cemariyê ya ji bo Komîsyona Rewşa Awarte, bi awayekî neyînî encam bû. Beriya çend rojan biryar ji Serokatiya Karên Diyanetê ve ji meleyan re hat ragihandin. 
 
BIRYARÊN BERAATÊ PAŞGUH KIRIN
 
Di ragihandinê de hinceta redkirina serlêdana meleyan weke "tespît û diyardeyên" ku di rapora li gorî lêpirsîna derbarê meleyan de hatibû vekirin de cih digirin de, hatiye nîşandan. Di biryara redkirinê ku hema bibêje naverokên wan hemanın de ev tişt hatiye gotin: "Di lêkolîn û nirxandina ku derbarê serlêdanê de hatiye kirin de derketiya holê ku endamtî, pêgirî û têkiliya kesên ku serlêdan kirine, bi pêkhate, kom û rêxistinên ku ji aliyê Lîjneya Ewlehiya Neteweyî ve biryar hatiye dayîn ku li dijî ewlehiya dewletê ne re heye. Ji ber vê yekê li gorî xala 9'emîn a qanûna hejmara 7075'an serlêdana wan hatiye redkirin."
 
Di encama biryarê de hatiye destnîşankirin ku rêya serlêdana ji bo Dadgeha Îdarî ya Enqereyê vekiriye. 
 
Hat hînbûn ku serlêdanên hin meleyên ku endamê Sendîkaya Kedkarên Weqf û Diyanetê (DÎVES) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kendkarên Cemaweriyê (KESK) ne hê jî bi encam nebûne. 
 
MELE Û SEROKÊN ÎXBARAN
 
Ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve derketibû holê ku kesên ku di çarçoveya "Rapora Lêpirsîna Îdarî" de îfade dane Komîsyona Rewşa Awarte serokên AKP-MHP'î ne. Kesên ku navê wan derbas dibin wiha ne; 
 
Ji Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Şirnexê endamê hîndekariyê Yrd. Doç. Dr. Nûrûllah Aktaş, Serokê AKP'a Sliopya Fatîh Bîlen, Serokê MHP'a Silopya Veysî Okten, Namzetê Şaredariya Silopya yê AKP'ê Îbrahîm Tayşûnku xwe weke Rûspiyê eşîra Spêrtiyan dide nasîn, Şaredarê Bajaroka Giteyê yê AKP'î Nadîr Tosûn û Miftiyê Silopya Huseyîn Elçî, Alîkarê Qeyûmê Silopya Abdûllah Okten, Midurê Karê Nivîsê yê Qaymeqamiya Silopya Abdûrahman Tarandir; meleyên bi navên Mûhterem Agîtoglu, Îsa Îlhan, Ahmet Akdenîz, Ahmet Bîlen, Îsmail Înal, Şerîf Cîrû, Îrşat Tuncer, Îsmet Mete û Mûhammet Salîh Dorû 
 
'SILALA WÎ PKK'Î YE'
 
Kesên navborî derbarê meleyan de ev tiştên bi sosret gotine: "Nêzî PKK'ê ne. Di parvekirinên xwe yên Facebookê de zimanê PKK'ê bi kar tîne. Silala wî PKK'î ye. Ciwanan li hev kom dike û berê wan dide PYD'ê. Weke alîgirê HDP'ê tê zanîn. Di KURDÎ-DER'ê de ku bi KHK'ê hatiye girtin de ders dide. Endamê DÎVES'ê ye. Min bihîst ku tevlî Newrozê bûye. Bûk û kekê wî endamê komîsyona edaletê ya di bin sîwana PKK'ê de ne. Ez zanim ku ji eşîra Spêrtiya ye, ez zanim ku ev eşîr pir girêdayî PKK'ê ye. Li gel ku nebûme şahid jî dizanim ku di hêla fikrî de nêzî PKK'ê ye. Parvekirine ku wî ya têkildarî Kobanê Serokkomar rexne kiriye heye."