Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, têkildarî êrîşên OSO û TSK'ê yên li dijî axa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, xwest cîhan baş rastiya êrîşên li dijî wan zanibe û wiha got: "Divê cîhan baş zanibe ku dewleta tirk ne bi tenê, bi çeteyên DAIŞ`ê êrîşî me dike." 

Êrîş û operasyona TSK û komên çekdar ên di bin baneyê wê de ji 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi tang, top û balafiran êrîş dikin. Êrîşa li dijî Bakur û Rojhilat 3 roj in didome. Rêveberê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û destnîşan kir ku ev êrîş ne êrîşên vê kêliyê ne û wiha got: "Ev êrîş hatine plankirin û hêzên komplogerên li ser serê gelê Kurd û gelên herêmê tev li wê dibin. Bi van êrîşan hewl didin vîna gel û hêzên leşkerî bişkînin. Lê planên wan têk çûn ji ber ku berxwedan û têkoşîna destpêka şoreşê  encamdar bûn û hesabên dewletên komploger ên ku di nav xwe de parçe bûn vala derketin."
 
Xelîl, da zanin ku lihevkirinên dîrokî yên dewletên komploger hertim veşartî diman û wiha lê zêde kir: Wekî Lozanê plan veşari hatin kirin. Lê îro gelek dengên cuda û dijberî van hêzên komploger hene. Ev tişt di êrîşa Tirkiyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bû. Di şerên dîrokî de me helwestek li dijî dewletek êrîşker nedît. Îro tevahiya dewletên erebî û ewropî, hundirê Tirkiyê û hundirê Emerîkayê  dijberî êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin. Hevkariya pêkhateyan îsbat dike ku şoreşa me gihaştiya astek bilind."
 
Aldar Xelîl, da zanîn ku dibînin ku piştî êrîşan û topbaran hovane dê helwestek navdewletî û navneteweyê li dijî dewleta Tirk hebe û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku wê bi xwe re îtîrafek siyasî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûiyê bîne. Hedefgirtina balafirên artêşa Tirk sivîlan û heta leşkeran li dijî qanûnên navdewletî û hiqûqî ne. Helwestên navneteweyî û Erebî yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi helwestên pîroz in. Dema êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke girîng e ku berdewama êrîşên ku di 9`ê Cotmeha 1998`an a dijî Rêberê Gelê Kurd û îradeya wî ye." 
 
Xelîl, herî dawî peyam ji cîhanê re şand û wiha got: "Bila cîhan baş bizane ku dewleta Tirk ne tena xwe şerê me dike, wî çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina bajarê Reqa û Dêrazorê reviyan bi çekan bi ser me de anîn û bi navên cuda êrîşî me dikin, ev şerê hebûn û tinebûnê ye, em ê şerê çeteyên DAIŞ`ê û yên bi navê Ceyîş El-Wetenî û dagirkeriya Tirkiyê bikin, divê gelê me di aliyê locistîk, tenduristî, leşkerî û aborî de desteka şervanên li eniyên li şer ê dijî Tirkiyê bike. Îro ciwan hene ku tev li QSD`ê nebibûn û çek li dijî dagirkeriya Tirkiyê hildan, ev yek girêdana wan ciwanan bi xaka xwe ve îsbat dike, em bawerin ku ew ê bi ser bikevin. Erdogan di qada siyasî de bi tenê ma, bi êrîşên xwe ser herêmên me rewatiya xwe wenda kir, tu dewletan desteka wî nekir, êrîşa wî bi awayekî baş ser Rêveberiya Xweser û rewatiya wê kir."