Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin

img
AMED – Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku malbatên li ber deriyê partiya wan bi zanebûn û êşa malbatan di çarçoveya senaryoyekê kûr de tê bikaranîn û hestên wan tên îstîsmarkirin. 
 
Hin malbat bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan şandiye çiyeê” li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya malbatan ji 3’ê îlonê ve didome. Hin malbatên polîs û eskerên di demên cuda de ji aliyê HPG’ê ve hatine destserkirin beşdarî malbatên din bûn. 
 
‘BI DURÛ NÊZÎ DAYIKAN DIBIN’ 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan têkildarî malbatên li ber avahiya partiya xwe axivî û diyar kir ku dewlet li dijî dayikên ji bo zarokên xwe derdikevin kolanan durû nêzê wan dibe. Ceylan çalakiya dayikên laçik spî ya li ber deriyê avahiya AKP’a Amedê bibîr xist û got: “Dayikên li ber HDP’ê zarokên xwe dixwazin. Dayikên diçin ber deriyên avahiyên AKP’ê tiştek cuda naxwazin. Dayikên laçik spî jî ji bo ewladên xwe û ji bo şer were rawestandin diçin ber AKP’ê.” 
 
‘DIXWAZIN HESTÊN DAYIKAN BIKAR BÎNIN Û HDP KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
 
Ceylan da zanîn ku cudahiyê dixin navbera dayikan û got: “Tişta kêrî polîtîkayên wan tên, dayikên ji îstîsmarê re musaît in û dikaribin siyaseta xwe li ser wan bikin dişînin ber partiya me. Bi lîstikan dixwazin xwedî li van dayikan derkevin. Lê dayikên laçik spî dema ji bo daxwazên xwe çalakî li dar dixin serê sibê heta êvarê rastî tundiyê tên. Em ê ji vê yekê re musade nekin.” Ceylan diyar kir ku malbatên li ber deriyê partiya wan bi zanebûn û êşa malbatan di çarçoveya senaryoyek dûr de tê bikaranîn û hestên wan tên îstîsmarkirin. Ceylan got AKP dixwaze bi vê şanoyê partiya wan HDP’ê krîmînalîze bike. Ceylan got ya herî zêde jî HDP’ê krîmînalîze dike çapemeniya alîgir e û ji ber vê yekê li ber deriyê partiya wan kon vedane. Ceylan da zanîn ku çapemeniya alîgir ku hejmara malbatan zêde dike jî rastiyê nade nîşandan.