HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê HDP'ê Salîm Kaplan têkildarî tayînkirna qeyûm a ser Şaredariya Pasûrê ev tişt got: "Tiştên ku pêk tên berdewama darbeya siyasî ku demeke dirêj e li dijî vîna gel tê pêşxistin in."

 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîm Kaplan, têkildarî tayînkirna qeyûm a ser Şaredariya Pasûrê daxuyaniyeke nivîskî da. Kaplan diyar kir ku zihniyeta ji vîna gel rê rêz nagire û nas nake, herî dawî Şaredariya Pasûrê hedef girtiye û wiha got: "Piştî teqîna li Pasûrê,  şaredarî û rêxistina me ya navçeyê ji aliyê çapameniya desthilatê ve berpirsyar hatin nîşandan. Li şûna ji aliyê meclisa me cîgirê şaredar bê hilbijartin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeymeqamê navçeyê weke qeyûm tayînî şaredariya me hatiye kirin. Ev tayînkirina nîşan dide ku li şûna ronîkirinê şaredariya me hatiye desteserkirin."
 
Kaplan di dawiya daxuyaniya xwe de tayînkirina qeyûm weke berdewama darbeya siyasî ya li hemberî partiya wan nirxand û ev tişt got: "Desthilat û wezaretê care din nîşan dane ku vîna gel û hiqûqê nas nakin. Divê demildest ev polîtîkaya li hemberî hilbijartiyên me bi dawî bibe. Em ê li ber vê polîtîkayê dê teqez serê xwe berjêr nekin û heta dawiyê têkoşîna xwe bi biryardariyê bidomînin. Em bang li rêxistinên sivîl û odeyên pîşesazî dikin ku li hemberî van êrîşên li dijî vîna gel derkevin û hestiyar tevbigerin."