Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin

img

RIHA - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a desthilatdarî û medya hewzê kiriye hedefa xwe, bang li malbatên li ber avahiya HDP’ê kir û got: “Werin em bi Dayikên Şemiyê, dayikên girtiyan, Dayikên Aştiyê, dayikên Roboskî û dayika Şenyaşar re dest bi destên hev, li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin.”

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ji ber axaftina xwe ya di Nobeta Demokrasî ya roja 11’ê Îlonê li Amedê kir, ji aliyê desthilatdarî û medya hewzê ve hat hedef nîşandan, derbarê êrîşên li ser KCD’ê û malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştin de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
‘KCD SAZIYEK MEŞRÛ YE’
 
Guven, diyar kir ku KCD di sala 2007’an de hat avakirin û wiha axivî: “Bê navber xebatên xwe bi rêve biriye. Xebatkar, hevserok, delege, nûner û hilbijêrên wê hene. Kongreyeke ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşe. Ji her aliyên Tirkiyeyê, ronakbîr, nivîskar, hunermend û gelek kes beşdarî kongreyên me bûne, gotinên xwe gotine û pir ecibandine. Di çend salên dawî de, daraz dixwaze kongreya me krîmînalîze bike. Hemû kesên beşdarî xebatên kongreya me bûne, bi binçavkirinan dixwazin wan teşhîr bikin. Hemû xebatên KCD’ê ji raya giştî re vekirine û aşkerene. Ji ber vê yekê hemû bangên wê ji raya giştî re ne. Ligel vê yekê jî herî dawî li Wanê operasyon li dijî delegeyên me hat lidarxistin. Endamê dîwana me Fikret Dogan û gelek hevalên me hatin girtin. Ji ber ku di xebatên KCD’ê de tu delîlên sûc nedîtin, hevalên me dîsan berdan. Tenê dixwazin bi van binçavkirina KCD’ê  bêqîmet bikin. Em ê tu vê yekê qebûl nekin û emê xebatên xwe berdewam bikin.” 
 
‘LI VÎ WELATÎ BI MILYONAN KURD HENE’
 
Guven, anî ziman ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkek heye û wiha got: “Dema ku navê vê pirsgirêkê tê gotin, tim bi lînçê re rû bi rû dimîne. Li vî welatî bi milyonan Kurd hene. Zimanê wan, çanda wan û awayê jiyana wan heye. Erdnîgariya wan heye û navê vê erdnîgariyê jî Kurdistane. Ji ber em vê dibêjin, em rastî lînçê tên. Belê, Kurd avakarên eslî yên vî welatî ne. Li vî welatî bi hezaran sal di nava yekitiyê de jiyane. Niha jî dixwazin wisan bijîn. Dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Li cihekê herî biçûk a mîna Îsvîçre jî 4 zimanên fermî hene. Gelo çima ji zimanê Kurd ditirsin? Hişmendiyeke ku hewl dide Kurdan cihêkar û weke dijmîn nîşan bide heye. Em li dijî vê hişmendiyê têdikoşin. Di hemû kevir, ax û erdnîgariya vî welatî de keda me heye. Lê dema ku em li bûyerên di demên dawî hatin jiyîn mêze dikin, qeyûm tayînê 3 bajarên mezin ên Kurdan kirin. Li dijî vê şermezarkirinên qeyûma dewam dikin. Gelê me vê weke darbeyê dinirxîne û dibêje ewê tu carî qebûl nekin. Desthilatdariya ku li hemberî vê yekê  ketiye nava zoriyê, serî li rê û rêbazên cuda dide.”
 
‘LI VÎ WELATÎ PIRSGIRÊKA KURD HEYE’
 
Guven, bal kişand ser pirgirêka gelê Kurd a 40 salane dewa dike û wiha bilêv kir: “Di nava 40 salan de her tişt hat ceribandin. Tenê aştî û çareserî nehatiye ceribandin. Ji bo çareseriyek mayîn de, di navbera salên 2013 û 2015’an hin rêbaz hatin ceribandin. Belê aştî karek bi xweşike. Werin em ji bo aştiyê bixebitin û heta em ji bo aştiyê şer bikin. Li Tirkiyeyê, sedema hemû pirsgirêkan, pirsgirêka gelê Kurde. Mimkune ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Birêz Ocalan jî, di hevdîtina herî dawî ya parêzerên xwe de, bal kişand ser vê yekê û got; ‘Ger dewlet amade be, ezê vê pirsgirêkê dinava heftiyekê de çareser bikim.’ Ev gotinek pir bi nirxe. Ger ev pêk we re wê hemû kes, bêhnek rehet bigire. Dibe ku pirsgirêka Kurd dinava Tirkiyeyeke demokratîk de bê çareser kirin. Ji bo vê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
‘DAXWAZÊN DAYÎN HEMANIN’
 
Guven, têkildarî malbatên li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûniştine de jî axivî û ev peyamên girîng dan: “Daxwazên dayikan girîngin. Tu dayik naxwazin zarokên wê jiyana xwe ji dest bidin. Em her tim dibêjin, li ser seran û ser çavan. Lê çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê, çalakiyek cudaye. Belê hûn li çareseriyekê digerin. Çareserî gerîn mafê we yê herî xwezayî ye. Lê ya rast ew ku hûn çareseriyê li ber deriyên kesên ku şer dixwazin bigerin. Ji xwe HDP bi hemû xebatên xwe û hebûna xwe li, hewl dide aştiyek bi rûmet pêş bixe. Em tim dayik dawet kirin. Me got werin em bi hev re  li çareseriyê bigirin. Werin em bi Dayikên Şemiyê, dayikên girtiyan, Dayikên Aştiyê, dayikên Roboskî û dayika Şenyaşar re dest bi destên hev, li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin. Werin em dayik mil bidin milê hev, dest bi destê hev. Ji ber ku armanca me hemûyan yeke. Rengê rondikên çavên dayikan temanin. Daxwazên dayikan hemanin.” 
 
MA / Barîş Polat