Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye

img
MERSÎN - Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran di kongreya HDP'ê ya Tersûsê de axivî û diyar kir ku Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye û li hemberî provakasyonan HDP'iyan hişyar kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tersûsê ya Mersînê, bi şîara "Em xwe bi wêrek û hêvî bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3 kongreya xwe ya asayî li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran tevlî kongreyê bû û  axiftinek kir. Tûran diyar kir ku desthilata AKP'ê welat bi qanûnên Darbeya 12'ê Îlonê bi re ve dibe û wiha got: " 'Plana Çongşikandinê' hê jî di dewrê de ye, gaveke vê yekê jî qeyûm in. Gaveke din jî siyaseta tunehesibandina partiya me ya li Meclisê ye. Tiştên ku îro li ber avahiya partiya me ya Amedê dijîn jî parçeyeke 'Plana Çongşikandinê' ye."  
 
'HDP PARTIYEKE MEŞRÛ YE'
 
Tûran banga wan a li malbatên li ber avahiya HDP'ê ya ji bo Meclisê bi bîr xist û ev tişt got: "Em qîr dikin dibêjin werin em li Melisê komîsyonek ava bikin û astengkirina mirina zarokên xwe lêkolîn bikin. Lê Serokkomar Erdogan li dijî vê yekê ye û dibêje HDP xwe bi vê yekê meşrû dike. Em meşrûyeta xwe ji rûmeta gelê xwe ya ku li hemberî hemû tundî û tasfiyeya diparêze, digirin. Peywira siyasetê çareserkirina pirsgirêkan e. Bi lîstikeke xerab a rûniştina hunermendên girêdayî Qesrê ev pirsgirêk nayê çareserkirin."
 
'LI PIŞT MEŞAN DE PROVAKASYON HENE'
 
Tûran piştî bersivdana Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Heke hûn pirsgirêka kurd weke 'terorê' binirxînin hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Pirsgirêka kurd pirsgîreka hebûna gelekî ye. Ev jî tenê dikare bi siyaseteke aştiyane ya demokratîk bê çareserkirin. Dê niha jî li bajarên kurdan meşên 'laneta li terorê' li dar bixin. Di pişt vê yekê de provakasyon hene. Divê ku em li dijî vê yekê hişyar bin." 
 
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
 
Piştî xwendina rapora malî, di hilbijartina ku bi yek lîsteyê pêk hat de ji bo hevserokatiya navçeya Tersûsê ya HDP'ê Nazmiye Aktop û Bekîr Anaçkaya hatin hilbijartin.