Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku berpirsê pevçûn û şer yekser AKP ye û wiha bang li malbatên li ber avahiya partiya xwe kir: “Em dayikan vedixwînin Meclîsê.” Kubîlay got têkildarî teqîna li Pasûrê jî di derbarê partiya wan de operasyonek nû ya têgihiştinê pêk tînin. 

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapameniyê li dar xist. 
 
Kubîlay derbarê teqîna li Pasûrê de got ew bûyerê şermezar dikin. Kubîlay xwest demildest lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin û ji rayedaran xwest berpirsên wê derxin holê. 
 
‘OPERASYONA TÊGIHIŞTINÊ DAN DESTPÊKIRIN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser operasyona li dijî HDP’ê ya piştî teqînê pêk hat û got li şûna lêpirsînek bandor bê birêvebirin operasyonek nû ya têgihiştinê xistine dewrê. Kubîlay got ew ji bo pêkanîna aramî û aştiyê ya li ser vê erdnîgariyê amade ne. 
 
‘EM SOZA JIYANEK AZAD DIDIN AROKAN’ 
 
Kubîlay mirina Efe Tektekîn ê 6 salî ku maşîneya zirxî lê qelibandin û îro jiyana xwe ji dest da bibîr xist û got sala par jî bapîrê Efe TOMA’yê lê daye û wî kuştiye. Kubîlay diyar kir ku sedema kuştinan polîtîkaya şer û şidetê ye û ji bo siberoja jiyana zarokan a cîhanek azad soz didin. 
 
‘FERASETA DARBEKARAN DIDOME’ 
 
Kubîlay bal kişand ser salvegera darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê û got 39 sal in feraseta darbekarên 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê dewam dike. Kubîlay got 37 sal in Tirkiye bi destûra bingehîn a darbeye tê birêve birin û wiha axivî: “Pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye, da ku Tirkiye bi şiklek demokratîk bê birêvebirin.” 
 
‘DIXWAZIN HDP’Ê TASFIYE BIKIN’ 
 
Kubîlay anî ziman ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê bênavber li dijî HDP’ê êrîş berdewam dikin û got: “Qeyûman tayînî ser şaredariyên me kirin û meclîsên me betal kirin. Bê demorkasiya xwecihî nabe. Dixwazin li şûna şaredariyên me rejîma yek zilamî û rejîma dagirkirinê ava bikin. Ev hemû li ser fermana Soylu û Erdogan pêk tên. Dixwazin HDP’ê ji rêveberiya xwecihî bi temamî tasfiye bikin. Tayînkirin qeyûman û li dar xistina civînên qeyûman jî ne rewa ne. Lazime tu partiyek muxalîf û muxalefetê neyê lîstoka AKP-MHP’ê û nekeve xefika wan.” 
 
‘EM LI CEM MALBATAN E’ 
 
Kubîlay bal kişand ser çalakiya malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê û got: “Daxwaza malbatan a li ber partiya me daxwazek mafdar e. Daxwaza me jî ew e ku tiliya kesî xwîn nebe. Bila rê li pêşiya aştiyek civakî û mayînde vekin û her kes bi saxlemî vegere malên xwe. Helwesta me di vir de zelal e. Em ewlehiya hemû ciwanan dixwazin. Ji bo ev pêk were û aştiya civakî li pêş bikeve em hewl didin. AKP-MHP dibêjin aştî. Bêguman na. Behsa geşkirina şer dikin. Dixwazin şer derkeve. Heke ciwanên nûgihan jiyana xwe ji dest didin berpirsê vê yekê kesên pirsgirêka kurd çareser nakin e. Em wek HDP’ê li gel hemû malbatan in. Lê muxatabê esil dewlet û kesên dewletê birêve dibin e. 
 
AKP LI DIJÎ DAXWAZA ME DERKET 
 
Me ji bo polîs û eskerên ji aliyê PKK’ê ve hatine destserkiin xwestibû heyetek bê avakirin. Heyetek ji saziyên mafên mirovan pêk tê. Lê AKP li dijî vê daxwaza me derket û red kir. Em carek din dubare dikin; heke îktîdar astengiyan dernexe û heke soza mîsogeriyê bide pêkane heyetek ji nûnerên saziyên mafên mirovan pêk were. Ji bo bi lez ev pirsgirêk were çareserkirin pêwîste gavên bi lez bên avêtin.
 
EM DAYIKAN VEDIXWÎNIN MECLÎSÊ 
 
Her roj AKP bi tevî hemû organên xwe ve li dijî HDP’ê durûtiyê dike û HDP hedef didin nîşandan. HDP’ê tewanbar dikin. Îktîdar xwe bêguhen dike û dixwaze xwe ji bin hemû berpirsiyaran derxe. Em nêzîkatiya AKP’ê ya li hember dayikan di nêzîkatiya li hember Dayikên Şemiyê de dizanin. Em pirr eşkere bang li Erdogan dikin. Birêz Erdogan ewilî soza ku we dabû Dayika Berfo bicih bînin. Bi vê wesîleyê em bang li malbatên li ber HDP’ê jî dikin; em dayik û malbatan vedixwînin Meclîsê.”