‘Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Derya Reş û Egeyê jî pêk hat’

img

WAN – Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî li Nobeta Demokrasiyê ya Wanê axivî û got: “Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Deryaya Reş û Egeyê jî hatiye kirin.” 

 
Li Wanê Nobeta Demorkasiyê ya HDP’ê ku li dijî tayînkirina qeyûman daye destpêkirin di roja 22’yemîn de dewam kir. Nobet li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Ne îradeya qeyûm îradeya gel” hat vekirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî di çalakiyê de daxuyanî da û qeyûm êrîşa li dijî gelê kurd a nebaşî û qirêjiyê xwe baş daye eşkerekirin û got: “Li Wan, Mêrdîn û Amedê tevî îşkenceyê jî gelê me û hêzên demokrasiyê li ser pêya ne û li ber xwe didin. Em qeyûm nas nakin. Heta hevşaredarên me vegerin ser wezîfeya xwe em ê qadan terk nekin. Naxwazin gelê me berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin û asteng dikin.” 
 
‘EV ÎKTÎDARA ŞER E’ 
 
Çepnî da zanîn ku hêzên dewletê bi şidetê bersiv didin çalakiyên demokratîk ên gel û wiha dewam kir: “Polîs berteka gel a demokratîk asteng dike. Îktîdara xwe bi derew, tundî û îstîsmarê birêve dibe li dijî vîna gel darbeya siyasî pêk anî. Li dijî karkeran, kedkaran, xwezaparêzan, qadên xwezayî yên jiyanê di nava şer de ne. Ev îktîdar îktîdara şer e. D hilbijartinan de têk çûn niha jî dixwaze qeyranê bi şer çareser bike. Ev darbe di heman demê de li dijî şêniyên Deryaya Reş û Egeyê jî hatiye kirin. Wê li dijî qeyûman berxwedana me berdeam bike.” 
 
‘WALIYE WE QEDEXE KIRIYE’ 
 
Piştî axaftinê girseyê xwest meşê li dar bixe lê polîsan asteng kir. Di vê navberê de polîsan rojnamegeran ji qadê dûr kir û destûr neda rojnameger dîmen û wêneyan bikişînin. Li ser astengkirina rojnamegeran, di navbera polîs û parlamenterên HDP’ê de rageşî derket. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ji polîsan re got: “Ji hezar rojî zêdetir e waliyê we van deran qedexe kiriye. Bi çi mafî qedexe dike. Hûn dibêjin ‘em ê li gorî qanûnan tevbigerin.’ Ka azadiya raman û xwe îfadekirinê. Ez hiqûqnas im ji min re qala hiqûqê neke. Hûn ditirsin ku dengê gel ji vir were bihîstin. Hûn ji berteka gel ditirsin. Li pişt maşîneyên zirxî bi qîre qîrê nabe.” 
 
‘HETA DIJMINÊ AZADIYÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE TÊKOŞÎN PARA ME YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç jî wiha got: “Ev çawa 22 roj in em li ber xwe didin em ê ji niha şûn ve jî qat bi qat li ber xwe bidin. Ew çiqas dixwazin bila bêhiqûqiyê bikin jî lê em ê li kolanan bin. Em ê hemû dizî û talana wan ji dinyayê re ragihînin. Wê kes nikare bikeve pêşiya vê yekê. Em ê hemû gelê xwe jî daxînin kolanan. Heta em hemû gemarî û talanên derxin ber çavê gel dê kolan cihê berxwedana me bin. Dij derketina qeyûman rewa ye. Li dij derketina dewleta vê bêhiqûqiya pêk tîne rewa ye. Bila kes dest ji parastina mafên xwe rewa bernede. Heta azadî were û dijminê azadiyê faşîzm têk biçe wê têkoşîna me dewam bike.” 
 
Parlamenter û gel li astengiya polîsan guhdar nekir û ji du milan ve heta ber avahiya rêxistina HDP’ê ya Wanê meşiyan.