Sancar ê saziyên elewiyan ziyaret kir: Armanca me guhertina îktîdarê ye

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’yî Mîthat Sancar saziyên elewiyan ziyaret kir û diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de îktîdarê têk biriye û niha jî armanca wan ew e îktîdarê biguherînin û got: “Niha dema yekîtiya me ye.”  
 
Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar û heyeta pê re di çarçoveya xebatên “"Pakêta Darazê, Îtîfaqa Demokrasiyê û Destûra Bingehîn a Demokratîk" de Federasyona Bektaşî ya Elewî (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKAD) Û Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadolu ziyaret kirin. 
 
Heyetê ewil ABF’ê û Komeleya Pîr Sultan Abdalê ziyaret kir. Serokên giştî yên saziyan heyeta HDP’ê pêşwazî kir. 
 
Serokê Giştî yê ABF’ê Huseyîn Guzelgun diyar kir ku ew ê li dijî zîhniyeta vîna gel nas nake hemû bi hev re têbikoşin û ew piştevaniya HDP’ê dikin. Guzelgun da zanîn ku bi nîşandana îradeya ba hev a muxalefetê serkeftinê dibînin û divê ev yekrêzî her ku biçe mezintir bibe. Guzelgun anî ziman ku birêvebirina xebata destûrek bingehîn a ku her kes dikaribe xwe azadî têde bîne ziman girîng e û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk xebat were kirin. 
 
KAPLAN: EM JI BO DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK AMADE NE 
 
Serokê Giştî yê PSKAD’ê Ganî Kaplan jî diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyên tengezar de derbas dibe û got: “31 Adarê û 23’ê Hezîranê her tiştî li Tirkiyeyê zelak kir. Em li dijî tayînkirina qeyûman in. Em wek Komeleya Elewiyan amade ne ku alîkariya bidin Destûra Bingehîn a Demokratîk. Daxwazek taybet a elewiyan ji bo destûrek bingehîn nîne. Li vî welatî pirsgirêka kurd û pirsigirêka karkeran çi be, pirsgirêka elewiyan jî ew e.” 
 
SANCAR: DEMA ÎTÎFAQ PÊK WERE DÊ ÎKTÎDAR TÊK BIÇE 
 
Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’î Mîthat Sancar jî diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê di çareseriyek hevbeş de çareser bikin di nava lêgerînê de ne û van hevdînan pêk tînin û got: Bi rejîma nû re Tirkiye di nava zextên nû de ye. Rêveberiyek zextdar li ser kar e. Rejîma yekperest a zilamê tekane Tirkiyeyê li paş pêvajoya 12’ê Îlonê hiştiye. Em jî dibêjin ku guhertina bi vî awayî tu rewabûna wê ya civakî nîne. Ji bo rewabûna civakî were avakirin pêwîstî bi tevgerek bi hev re heye û ji bo alîkariya rewabûna civakî bê dayîn divê destûrek bingehîn a nû were çêkirin. Rêya vê jî di îtîfaqa demokrasiyê de derbas dibe. Me di 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de dît ku ev îtîfaqa çiqas mimkin e. Dema îtîfaqek demokrasiyê ya hemû aliyên Tirkiyeyê deriyê xwe re vekin îktîdara zextdar wê demê dê biheje.” 
 
‘ARMANCA ME GUHERTINA ÎKTÎDARÊ YE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku muxalefeta civakî û hêzên demokrasiyê pêwîste hedefek nû deynin pêşya xwe û wiha got: “Ev hedef jî guhertîna îktîdarê ye. Tayînkirina qeyûman vê tiştê pirr lezgîn datîne pêşiya me. Ev îktîdar ji bo xebatên nû yên destûra bingehîn asteng bike dê her cûre rêbazî bikar bîne. Lê ev rêveberî dê dirêj li ber xwe nede. Ne mimkin e îtîdarek ku vîna gel nas neke ji niha şûn ve bêtirîn li ser pêya bimîne. Me îktîdarê paş ve biriye û lawaz kiriye, niha jî dora guhertina îktîdarê ye. Em ê bi hev re xebata îktîdarê birêxistin bikin.” 
 
‘ÊŞA WAN DI DILÊ ME DE YE’ 
 
Sancar bal kişand ser çalakiya malbatên li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakî li dar dixin jî û got: “Eşa hemû malbatan di dilê me de ye jî.” 
 
GEÇMEZ: ÇARESERIYA ÊŞA MALBATAN AŞTÎ YE 
 
Heyet pişt re derbasî Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadolu bû û rêveberên komeleyê ziyaret kir. Serokê Weqfê Ercan Geçmez heyetê pêşwazî kir. Geçmez di serdanê de da zanîn ku destnîşan kir ku pêwîste li Tirkiyeyê aştiya civakî were avakirn û wiha got: “Yên di her gotina xwe behsa ‘vîna gel’ dikin, li aliyê din jî hevşaredarên xelkê bijartiye wan ji wezîfeyê digire. Îktîdarek ku her kesî ji xwe re kiriye dijmin heye. Bêguman dilê dayikên li ber HDP’a Amedê çalakî li dar dixin dişewite. Divê li ser çareseriya êşê were axaftin. Çareseriya vê jî aştî ye. Ev jî di destûrek bingehîn a demokratîk de derbas dibe.” 
 
Piştî axaftinê Geçmez raporek daxwazên destûra bingehîn a demokratîk û demorkasiya beşdarî pêşkêşî HDP’iyan kir.