'Alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind dikin’

img

WAN - Parlementera Wanê Muazzez Orhan, di roja 18’emîn a şermezarkirina qeyûm de axivî û got: “Polîtîkayên cihêkar û bendbendiyê, tu tiştî bi gelên Tirkiyeyê na de qezenc kirin. Ji ber vê alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî tayînakirina qeyûman bilind dikin.” 

Nobeta Demokrasiyê ya li ber avahiya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 18’an de dewam kir. Parlementerên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Ayşe Acar Başaran, endamên meclîsa şaredariyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Hevserokatî pergala me ya azadiyê jinê ye, em destûr nadin ku bê xespkirin” û dowîzên “Hevserokatî xeta me ya more”, “Qeyûm bireve jin tên” hatin vekirin û dirûşmeyên “Gelê Wanê ne raze xwedî vîna xwe derkeve” û “Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînî wê dor were te jî” hatin berzkirin. 
 
‘LI HER DEVERA TIRKIYEYÊ QEYÛM TÊN REDKIRIN’
 
Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li dijî darbeya siyasî ev 18 rojin em li hev kom dibin. Ligel hemû zext û pêkanînên faşîzmê jî, em dengê xwe bilind dikin û îtîrazên xwe tînin ziman. Polîtîkayên cihêkar û bendbendiyê, tu tiştî bi gelên Tirkiyeyê na de qezenc kirin. Ji ber vê alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî tayînakirina qeyûman bilind dikin û pêkanînên qayûman red dikin. Li Stenbol, Îzmîr, Enqerê, Mêrsin û hemû deverên Tirkiyeyê xespa qeyûman tê redkirin. Em carek din bloka faşîst a AKP û MHP’ê hişyar dikin. Ev pêkanîn wê dawî we bîne. Heya ku aştiye birûmet li vî welatî ava bibe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê daxwazên xwe li hemû cih û deveran bînin ziman.” 
 
Piştî axaftina Orhan, çalakî bi gotina stranan, berzkirina tilîlî û dirûşmeyan û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.