Li Mêrdînê roja 18’emîn: Em ê dawî li talan, derew û heramiyê bînin

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 18’emîn de ye. Wekîlê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar axivî û got: “Em ê dawî li xesp, talan, derew û heramiyê bînin.” 

Li Mêrdînê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 18’emîn de dewam kir. Çalakî li Parka Karayollari pêk hat. Polîsan nehişt welatî piştgiriyê bidin parlamenterên HDP’ê. Welatî li ber mertalên polîsan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê destserkirin” hat vekirin. Çalakgeran qeyûman bi çepik, lîlandin û stranan şermezar kirin. 
 
Dayika Aştiyê ya beşdarî çalakiyê strana bi navê “Walî niha te bela anî serê xwe” got. Strana dayikê bû cihê rûkeniyê. 
Piştî rûniştinê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak axivî û destnîşan kir ku wê dest ji berxwedanê bernedin.
 
‘JI TALANGERAN RE NA, NIHA DEMA ME YE’ 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê Wekîlê Serokê Meclîsê jî piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku AKP'ê nikare têkçûna xwe hezm bike, lewma bi rêya qeyûman darbeyeke qirêj kiriye.
 
Sancar bi bîr xist ku sê şaredariyên wan ên bajarên mezin bi rêya qeyûman hatin desteserkirin û got: "Îradeya gel, dengên paqij û keda gel hate desteserkirin. Meşa HDP'ê îro ji bo guhertina desthilatdariyê ye. Hêza me ji gel e. Yên ku ders ji 7'ê Hezîranê dernexistin bila li 31'ê Adarê binerin. Ev desthilatdarî wê biçe. Em ê desthilatdariyê biguherînin. Em ê dawî li xesp, talan, derew û heramiyê bînin. Hindik ma em îktîdarê têk bibin û niha dem dema me ye.” 
 
Girseya gel piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiya û bi dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiyê anî.