Hevserokê KCD'ê Ozturk bang li Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê kir

img

AMED - Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, têkildarî operasyonên der sînor, tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê û tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Ozturk, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest li dijî van operasyonên dersînor bêdeng nemîne û got: "Divê em erk û perpirsiyariya xwe ya li dijî gel û dîrokê bilîzin." 

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tayînkirina qeyûman û operasyonên TSK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin. 
 
TECRÎD DIDOME 
 
Ozturk, anî ziman ku piştî çalakiya grava birçîbûnê ya nêzî 3 hezar girtî ketin grevê parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û wiha got: "Li gel ku parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û piştre malbat û parêzeran çend çaran hevdîtin kirin jî hêj tecrîd bi dawî nebûye. Ziyareta malbat û parêzeran pir bi sînor tê kirin. Ocalan ji mafê xwe yê ragihandinê sûnê nagire Hevdîtinên parêzeran pir bi sînor e. Niha li gorî daxwaza AKP-MHP'ê hevdîtin tên kirin. Kengî dixwazin parêzeran dişînin û kengî dixwazin asteng dikin. Vasîsê Ocalan nikare biçe Îmraliyê. Ev nîşan dide ku tecrîd didome. Tecrîd tenê bi Grava Îmraliyê ne bi sînor e. Li gel vê yekê kaos û krîz jî didome. 
Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re diyar kir ku çareserî aştî û diyalog e. Brêz Ocalan ji sala 1993’an heta niha banga aştiyê dike û di aştiyê de israr dike. Pirsgirêka Kurd wê bi diyalog û aştiyê çareser bibe. Bang li AKP û MHP'ê nayê kirin. Bang li dewletê tê kirin. Banga Brêz Ocalan li hemû hêzên demokratîk û gelê Tirkiyeyê ye. AKP û MHP li hemberî banga Ocalan a aştiyê bi şer bersîv dide. Operasyona li Herêma Kurdistana Federe bersîva vê yekê ye. Tayînkirina Qeyûm bersîva vê yekê ye. Îtîfaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi şer bersîvê dide banga Brêz Ocalan. Polîtikaya înkar û îmhayê ya sed salan didome. AKP xelas bûye xwe bi şer li ser piyan dihêle."  
 
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNEK TOPYEKUN PÊWSIT E
 
Ozturk, bal kişand ser operasyona TSK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe ya bi navê ‘Pençe’ û wiha lê zêde kir: "Polîtîkayên wekî Efrînê heye. Qespkirina şaredariyên Kurd encama êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdan e. Ev ne tenê êrîşa li dijî vîna gelê Kurd e. Li dijî vîna hemû gelan êrîş heye Qeyûm pirsgirêka Demokratîkbûna Tirkiye ye. Li dijî faşîzmê û qeyûman têkoşînek bi giştî pêwist e." 
 
Ozturk, bêdengiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya li dijî qeyûman û operasyonên dersînor jî rexne kir û bang li Rêveberiya Herêma Kurdistan  kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û wiha axivî: "Em destkeftiyên li Herêma Kurdistana Federe wekî destkeftiyên xwe, êrîşên li dijî wan jî wekî êrîşên li dijî xwe dibînin. Divê Rêveberiya wan jî wisa nêzîk bibe û dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî êrîşa vîna Kurd bêdeng nemînin. Divê Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe piştgiriyê bide Yekitiya Neteweya kurd. Divê her kes zanibe ku tayînkirina qeyûman û operasyonên TSK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe encama tecrîdkirina Ocalan e. 
 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç