Cezayê pere dan Hevserok Tural a ket avahiya HDP’ê ya Edenê û derket

img

EDENE- Li dijî permezarkirinên qeyûman, polîsan avahiya HDP’ê ya Adenê û gelek cih dorpêç kirine. Bi biryara qedexeya 15 rojan a walîtiyê re, ketin û derketin avahiya HDP’ê tê astengkirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulseren Tural a ket avahiya partiya xwe û derket, pereyê ceza lê birîn. 

Walîtiya Edenê, derbarê qedexeya çalakiyên tayînkirina qeyûm a di 19’ê Tebaxê de îlan îlan kir, 15 rojên dirêj kir. Di çarçoveya qedexeyê de dorpêça li dora avahiy a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê jî dewam dike. Polîs ketin û derketinên avahiyê asteng dikin. Dîsa Parka Îsmet Înonu ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin, destûr nayê dayîn ku welatî bikevinê. Li Qada Beşocak û li hin cihên navenda bajêr TOMA û polîsên hêzên çewîk hatine bicihkirin. 
 
HDP’iyên dikevin avahiya partiya xwe ya dibin dorpêça polîsan de, di çarçoveya Qanûna Kêmasiyan a bi îdîaya “Nêzîkatiya li dijî fermanê tevgerîn” de, cezayê pere li wan tê birîn. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulseren Tural a di 25’ê Tebaxê de çûbû li Qada Beşocak û di 24’ê Tebaxê de jî ket avahiya partiyê, di çarçoveya Qanûna Kêmasiyan a bi îdîaya “Nêzîkatiya li dijî fermanê tevgerîn” de, 320 TL cezayê pere lê birîn. 
 
Hevserokên HDP’ê yên Edenê Gulseren Tural û Mehmet Mahsûm Erig, bertek nîşanî qedexe, dorpêça polîsan û tayînkirina qeyûman dan û banga têkoşîna hevpar li hêzên ked û demokrasiyê kirin. 
 
'AVAHIYA ME DI REWŞEK DAGIRKIRINÊ DE YE’
 
Erîg, diyar kir ku walîtiyê hemû çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman qedexe kirine û wiha axivî: “Polîsan di çarçoveya qedexeyê de avahiya me dagirkirine. Lê ligel hemû astengiyan jî emê bertekên xwe yên li dijî qeyûman bi rêxistin bikin û bertekên xwe nîşan bidin. Ketin û derketin partiya me asteng dikin. Kesên ku dixwazin bikevin avahiyê ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin. Li ber avahiyê 6 otobus û TOMa hene. Ji ber ku hevseroka me ji avahiyê derket cezayê pere lê birîne. Ev rewş teqez nayê qebûlkirin. Qeyûm desteserkirina vîn û mafê gele. Em banga têkoşîna hevpar a li dijî qeyûman li hemû bejên civakê dikin.”
 
'TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ
 
Hevserokê HDP’ê ya Bajêr Gulseren Tural jî, Walîtiya Edenê û Miduriyeta polîsan zextan li hemû beşên civakê dike û wiha axivî: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de peyva qeyûm qedexe kirin. Ev nayê qebûl kirin. Vîna gel nayê xesp kirin. Emê xwedî vîna gel derkevin û emê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman dewam bikin. Em banga têkoşîna hevpar û yekgirtî li hêzên demokratîk û kedê dikin. Em bang xwedî derketina avahiya me ya HDP’ê dikin. Bila kes ji me nexwaze ku em qeyûma qebûl bikin. Emê mîna her car têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
MA / Hamdullah Kesen