Temellî: Em li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku meseleya herî girîng a Tirkiyeyê 'Meseleya demokratikbûnê ye' û wiha got: "Em li dijî bê hiqûqîyê bi hevre tev bigerin. Em bêtir dengê xwe bilind bikin." 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên "Li dijî Tayînkirina qeyûman", “Makeqanûna Demokratik", “Pakêta darazê" û “Îtîfaqa Demokrasiyê" bi 3 heyetan dest bi ziyaretên partî, sendîka, komele, ode û rêxistinên demokratîk kiribun. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Wekila Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û Parlamenterê Stenbolê Erol Katorcioglu li Beşiktaşê Endamên Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir. Li vir Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîldere, diyar kir ku bi ziyareta HDP'ê kêfxweş bûne û wiha got: "Tirkiye di pêvajoyek pir xerab de derbas dibe. Tayînkirina qeyûm a 3 bajarên mezin xezpa li dijî vîna gel e. Em li dijî xezpê ne. Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. Ez ê di 4'ê Îlonê de biçim bajarên ku qeyûm tayîn kirine û piştgiriyê bidin çalakgeran. Ji bo makeqanûna nû û demokratîkbûna Tirkiye çi ji destê me bê emê bikin." 
 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku duh hemû gelên Tirkiye bi daxwaza aştiyê daketin qadan û wiha got: "Pirsgirêka bingehîn ku Tirkiye di navde ye, polîtîkayên şer in. Gel duh ev yek li qadan anî ziman û bersîv da. Îktîdar li ser hemû beşên civakê şer û tundiyê ferz dike. Mînaka herî dawî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin kirin. Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin. Bi tayînkirina qeyûm şer li ser welat ferz dikin. Berê jî qeyûm tayîn kirin, lê gel dengê xwe nedan wan. Çima. Ji ber ku talan û wêran kirin. Nikarin bi rêve bibin. Îktîdar li ser şerê Kurdan hebûna xwe diparêze."
 
Meseleya herî girîng a Tirkiyeyê demoratîkbûn e. Divê Tirkiye demokratîk bibe. An wê Tirkiye demokratîk bibe, an jî wê bêtir têkeve nava şer. Ji ber vê yekê bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikim ku em bi hevre li demokrasiyê xwedî derkevin em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em bi hevre li dijî van geşedanan têbikoşin." 
 
Heyeta HDP'ê piştre we Şaxên THÎV û ÎHD'ê yên Stenbol û DİSK'ê ziyaret bike.